Nûnertiya PYD pîrozbahî li PUKMEDIA kir
Kurdistan 01:23 PM - 2023-01-29
PUKMEDIA
Serdana şanda PYD bo PUKMEDIA
Bi boneya 20-mîn salvegera damezrandina PUKMEDIA`yê şandeke Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Herêma Kurdistanê bi serokatiya D.Cewîdan Hesen ji bo pîrozbahiyê serdana PUKMEDIA`yê kir.
Dî serdanê de, şanda mîvan pîrozbahî li sernûser û karmend û hemû kadroyên malpera PUKMEDIA`yê kir, hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam û serfiraziyê jê re xwest, Her weha Dr. Cawîdan Kemal Hesen eşkire kir ku ew wek Kurdên Rojavayê Kurdistanê PUKMEDIA`yê jêdereke bawerpêkirî û sereke dibînin ku herdem di şopandina şoreşa rojavayê kurdistanê de xwedî role.
Her weha şanda PYDê di gel berpirsê Mekteba Ragihandinê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Stran Ebdulla û sernûserê PUKMEDIA`yê Ata Kerîm behsa rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê û peywendiyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê û çend mijarên din jî kir û herdu aliyan li ser gotûbêj kirin.
Di dawiyê de, şanda PYDê dubare pîrozbahî li sernûser û hemû kadroyên PUKMEDIA`yê kir û hêviya peywendiyên berdewam kir, ji aliyê xwe ve her yek ji Stran Ebdulla û Ata Kerîm spasiya şanda mîvan kirin û li ser berdewamiya peydendiyan dupat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

