Bi hewlên YNKê wê lîwayeke hevbeş a Pêşmerge û artêşê bê avakirin
Kurdistan 02:03 PM - 2023-01-27
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê
Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje hewlên YNKê yên ji bo aştiyê li Êraq û navçeyên dabrênraw berdewam in.Destbikarbûna lîwaya hevbeş yên Hêzên Pêşmerge û artêşa Êraqê hewleke din yê serokê Yekîtî ye.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Harêm Kemal Axa ji PUKMEDIA re ragihand: Hewldanên YNKê yên ji bo aştiyê li Êraq û navçeyên dabrênraw berdewam in, serdanên serokê YNKê bo Bexdayê bi mebesta xizmetguzarî û aramiya zêdetir bo welatiyên Herêma Kurdistanê û Êraqê û başkirina jiyana wan e.
Bafil Celal Talebanî di çarçoveya dabînkirina aştiya li Êraqê û jinavbirina terorê û ji bo baweriya bi lîwaya hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Êraqê piştevaniya xwe bo Wezîrê Berevaniya Êraqê Sabit Mihemed Seîd Ebasî dûpat kir.
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Herêm Kemal Axa ragihand: Piştî pesendkirina proje yasaya bûdceyê dê lîwaya hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Êraqê were destpêkirin.
Hefteya borî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li mala Mam li Bexdayê pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Êraqê Sabt Mihemed Seîd Ebasî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

