Hikûmeta Êraqê dikare 400 milyar bişîne
Kurdistan 03:53 PM - 2023-01-26
PUKMEDIA
Parlementerek: Hikûmeta Êraqê dikare 400 milyar bişîne
Tevî ku Dadgeha Federalî biryara paşxistina 400 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê da, lê hikûmeta Êraqê heta pesendkirina proje yasaya bûdceya sala 2023ê dikare weke deyn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tevlihevkirina debara jiyana xelkê bi nakokiyên siyasî red dike û piraniya fraksiyonên parlamentoyê jî piştgiriya daxwaza YNKê dikin û daxwaz dikin ku nakokiyên siyasî bandorê li jiyana xelkê neke.
Hikûmeta Êraqê dikare 400 milyar bişîneEndama Fraksiyona YNKê û Endama Lêjneya Darayî li Parlamentoya Êraqê Dr.Narmîn Ma'rûf ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand; " Hikûmeta Êraqê dikare biryar bide 400 milyar dînar weke deyn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin heta ku bûdceya sala 2023’an were pesendkirin’’.
Herwiha got: “Tevî ku Dadgeha Federalî biryara rawestana 400 milyar ji bo Herêma Kurdistanê da, lê hikûmeta Êraqê dikare wan pereyan wek deyn ji herêmê re bişîne û heta dema bûdceya îsal were pesendkirin, yan jî rêkeftineke nû were kirin.”
Wî got: "Hikûmeta Êraqê ji sala 2015an heta niha ti hesabê dawî ji bo paqijkirina pereyên ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye şandin, nîne, lê madeya 121ê ya destûrê dibêje ku divê hemû parêzgehên Êraqê sûdmend bin,lê niha nakokiyên siyasî bi madeyên destûrî re tevlîhev bûne û li zirara welatiyan hatine şikandin.
Biryara Dadgeha Federal dê bandorê li butçeyê bikeDaxwaz dikin ku li parêzgehên Êraqê bi awayekî wekhev reftar bê kirin û ji hikûmeta Êraqê û Herêma Kurdistanê hat xwestin ku pirsgirêkên wan ên aborî bidawî bînin, endamekî parlamentoya Êraqê venaşêre ku biryara Dadgeha Federalî dê nakokiyan di navbera fraksiyonan de çêbike.
Zehra Becarî parlamentera Parlamentoya Êraqê li hawpeymaniya Fetḧ ji PUKEDIA got: "Em rêzê li biryarên Dadgeha Federalî digirin, lê emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku cudahî nebin navbera parêzgehên Êraqê , Herêma Kurdistanê jî di nav de, û nakokiyên siyasî bi jiyana xelkê re tevlîhev nekin’’.
"Em piştgiriya daxwaza Fraksiyona YNKê dikin û em giring dibînin ku jiyana xelkê bi nakokiyên siyasî re nebe, lê ev biryara Dadgeha Federalî dê bandorê li xalên proje yasaya bûdceya sala 2023 bike."
Her wiha got:"Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê ji bo bidawîkirina vê rewşê li hev bikin, bûdce û dahat ji bo tevahiya Êraqê be û berjewendiya giştî li pêşiya berjewendiyên hizbî û taybet be."
Biryara Dadgeha Federal dê bandorê li têkiliyan bikeBiryara Dadgeha Federalî ya rawestandina şandina 400 milyar ji bo Herêma Kurdistanê, niha baş nayê dîtin û dê bandorê li pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.
Aid El Hilalî endamê Çarçoveya hemahengiyê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re, ragihand: "Biryara Dadgeha Federalî dê bandorê li peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike, bi taybetî dema ku nêzîkbûneke pir baş di navbera her du hikûmetan de hebe."
“Her hikûmetek ku daqurtandina xelkê weke nakokiyeke siyasî bikar bîne, dê xeletiya herî mezin bike û dê bibe sedema aloziyên zêdetir, lewra em bi her awayî piştgiriya wê yekê dikin ku hemû parêzgehên Êraqê wek hev li dahatê sûd werbigirin û pirsgirêka aborî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Êraqê bidawî were’’. Aid El Hilalî got.
Biryara dadgeha federal ne rast bûDestûr nahêle ku nakokiyên siyasî bi jiyana mirovan re tevlihev bibin û nivîskarek biryara Dadgeha Federalî weke kiryareke dijminane li dijî welatiyên wê bi nav dike.
Nivîskarê Êraqî Xeys Temîmî di twîtterê de got: Nehiştina mafên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê dijminatî ye û li dijî prensîba welatîbûnê ye.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Parvekirina adilane ya samanên welat di destûrê de hatiye çespandin û ev prensîp ti analîz û destwerdana siyasî qebûl nake, her çendî nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê kûr bin jî.
Roja 13-12-2023 encûmena wezîrên Êraqê biryar da ku 400 milyar dînar ji bo mehên (11 û 12) sala borî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne, lê duh 25-1-2023 li ser giliya endamekî serbixwe yê parlamentoya Êraqê, Dadgeha Federalî biryara rawestandina pereyên Herêma Kurdistanê da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê got: “Em biryara Dadgeha Federal a Êraqê red dikin, ji ber ku ew biryar li ser ti bingeheke yasayî û destûrî nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

