Talebanî hewldanên Almanya bo piştgirîkirina çeksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge bilind nirxand
Kurdistan 02:15 PM - 2023-01-26
Ofîsa cîgirê serokê hikûmetê
Talebanî hewldanên Almanya bo piştgirîkirina çeksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge bilind nirxand
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Hewlêrê pêşwaziya Tobias Lindner Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de her du alî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Êraqê kirin û şanda mîhvan baldariya xwe li ser hemahengî û rêkeftina di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de tekez kir.
Li ser rewşa Êraqê jî her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin ji bo parastina aramî û berjewendiyên giştî.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de Qubad Talebanî behsa çaksaziyan kir û hewlên Almanyayê yên ji bo piştevanîkirina çeksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên wê bilind nirxand.
Talebanî her wiha amaje bi rola giring a Almanyayê li hemahengiya ligel rêxistinên civaka sivîl bi taybetî di warê nehiştina tundûtûjiya nav malbatê û berfirehkirina azadiya derbirînê kir û daxwaz ji wan kir ku li alîkariyên Herêma Kurdistanê berdewam bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

