Yekîtiya Niştimanî.. hewleke berdewam bo dabînkirina ewlehî û aramiyê
Kurdistan 12:39 PM - 2023-01-25
PUKMEDIA
Hevdîtina Serok Bafil Talebanî ligel Wezîrê Berevanî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser hemû astan kar dike ji bo bihêzkirina asayîş û aramiyê bi hevkariya hêzên federal û hêzên Pêşmerge.
Di vê derbarê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Êraqê Sabit Mihemed Seîd El-Ebasî kir.
Di hevdîtinê de rewşa ewlekariya welat û navçeyên qutkirî, rûbirûbûna terorê û aktîvkirina odeyên leşkerî yên hevbeş hatin gotûbêjkirin û di civînê de tekezî li ser berfirehkirina hemahengiya leşkerî û istixbaratî ji bo parastina aramiyê hat kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Bafil Celal Talebanî pesna hewl û hewlên berdewam ên hêzên niştimanî da ji bo parastina jiyana welatiyan û got: Berdewam û berfirehkirina hemahengiya di navbera her du aliyan de hêmaneke girîng e ji bo parastina asayîşê û bi rêya wê em dikarin rê li ber her komploya ku dixwaze aramiya welêt xera bike, bigire.
Civîn ji bo xurtkirina hevkarî û hevrêziyê hatSerokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Herêm Kemal Axa di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Civîna Bafil Celal Talebanî li gel Wezîrê Berevaniya Êraqê ji bo berfirehkirina hemahengî û hevkariyê hat. di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşê de.
Got jî: Serok Bafil Celal Talebanî hertim tekezî li ser bihêztir kirina hemahengî û hevkarîya di navbera hêzên artêşê û hêzên pêşmerge bo jinavbirina metirsîyên terorîstan û bihêzkirina asayîş û aramîya deverê dike.
Avakirina hêzên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşê deHerêm Kemal Axa dibêje: Hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên artêşê û Pêşmerge de ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya Êraqê gelek girîng e.
Got jî: Pêwîste hêzên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşê de bên damezrandin bo parastina wan deverên ku valahîyên emnî hene bo parastina welatiyan û jinavbirina paşmahîyên rêxistina terorîst a DAIŞê.
Ji bo parastina welatiyan hewldaneke bênavberCîgirê Serokê Lijneya navçeyên Herêma Kurdistanê ya li derveyî Herêmê li Parlamentoya Kurdistanê Cemal Hewîzî ji PUKMEDIA re ragihand: Serdanên Serok Bafil Celal Talebanî bo paytext Bexdayê û hevdîtinên wî yên li gel berpirsên wê derê gelek girîng in.
Got jî: Armanca van serdan parastina welatiyan û dabînkirina mafên wan e, ku ew serdan û hewleke bêdawî ye bo parastina welatiyan.
Hevrêziya leşkerî pir pêwîst eNûnerê Lijneya Asayîş û Berevaniyê di Civata Nûneran de Kerîm Şukr di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Hevahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşê de gaveke girîng e ji bo tijîkirina valahiyên ewlehiyê bi taybetî di navçeyên nakok de.
Got jî: Em di nav yekîtîya nîştimanî ya Kurdistanê da ji ber hesta berpirsîyarîya xwe li hember hevwelatîyan, kar bo bihêztir kirina hemahengî û hevkarîya di navbera hêzên pêşmerge û artêşê da dikin.
Got jî: Welatiyên me li navçeyên nakok ên Xaneqîn, Kerkûk, Xurmato û Dûbs li ser xetê ne, mixabin rewşa ewlekarî li wan deveran ne aram e, ji ber wê jî parastina wan ji êrîşên terorîstan gelek pêwîst e.
PUKMEDYA taybet
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

