Rubio: Danûstandinên bi Îranê re başin û pêwîstî bi operasyona leşkerî nîne

Cîhan 05:31 PM - 2026-11-10
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio Ajans

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio tekez kir ku danûstandinên derbarê Îranê de baş birêve diçin û Serok Donald Trump hêvî dike ku bigihêjin rêkeftinekê, di heman demê de da xuyakirin ku digel dorpêça aborî, pêwîstî bi şerê li dijî Îranê nîne.

Rubio di daxuyaniyeke çapemeniyê de îro Sêşemê got: Danûstandinên derbarê Îranê de baş diçin birêve, lê çaresariyeke nêzîk hîna tune ye, û tekez kir ku, fişara aborî ya li dijî Tehranê serketî ye, heta wê astê ku Trump dibîne pêwîstî bi operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî Tehranê nîne, her wiha cezayên li ser Îranê roj bi roj bandortir dibin.

Zêde jî kir û got: "Em ziyaneke mezin dighînin Îranê, û tedbîran li Tengava Hurmuz digirin û em ji dîplomasiyê re vekirî ne", û da xuyakirin ku, "Em ne hewceyî operasyonên leşkerî li dijî Îranê ne, û em dikarin armancên xwe bi zextên aborî bi dest bixin."

Serokê dîplomasiya Amerîkayê diyar kir ku "Serok Trump agahiyan ji hevparên li navçeyê werdigire ku bi awayekî eşkere diyar dikin ku pêwîstî bi karekî leşkerî li dijî Îranê nîne", û diyar kir ku "Îran daxwaza qerebûyê dike, û ev yek dê çênebe û divê ew herêmê li ser wê wêranbûna ku bûye sedema wê, qerebû bikin."

Wezîrê Derve yê Amerîka weha domand û got: "Digel dorpêça aborî, pêwîstî bi operasyonên şerî yên mezin li dijî Îranê nîne."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike