Dr. Heval Ebûbekir: Foruma Stratejîk a Silêmaniyê girêdana bajarê me bi cîhanê re ye
Kurdistan 04:42 PM - 2026-11-10
PUKMEDIA
Dr. Heval Ebûbekir
Roja Pêncşemê Foruma Stratejîk a Silêmaniyê tê lidarxistin û
derbarê wê de Parêzgarê Silêmaniyê dibêje: Foruma Stratejîk a Silêmaniyê beşeke
girîng e di avakirina wan pire û Tora peywendiyan de di navbera parêzgeha
Silêmaniyê û cîhanê de û belge ye li ser aramî, asayiş û geşepêdana aborî li vê
navçeyê.
Biryare di rojên 12 û 13ê Mijdarê de Foruma Stratejîk a
Silêmaniyê bê lidarxistin û derbarê wê de Parêzgarê Silêmaniyê Dr.Heval Ebûbekir ragihand:
Rêvebirina Foruma Stratejîk a Silêmaniyê beşeke girîng e di çêkirina pire û
peywendiyan de, bi taybetî di vê demê de ku herêma me û cîhan jî di rewşeke ne asayî
de ne ji aliyê siyasî, aborî, ewlehî û civakî ve û pêwîstiya bi şêwira navxweyî
û navneteweyî û têgihiştinê bi arasteyên cuda heye, ji bo ku em pêngavên rast
biavêjin, ji bilî wê jî Silêmaniyê bi navendên navneteweyî ve girê bidin û pir
û peywendiyên wan di gel herêm û parêzgeha me de hebin.
Wî her wiha got: Rêvebirina vê Forumê di demeke hestiyar a
wekî niha de belge ye li ser aramî, asayiş û geşepêdana aborî daku em bikaribin
van rewşan bi awayekî lojîkiyane li ser bingehê defakto û bingehê geşepêdan û
pêşvebirina zêdetir ji nû ve ava bikin.
Dr. Heval Ebûbekir got jî: Ez hêvîdar im ev dîdar bikaribe
armanc û bernameyên xwe bi cih bîne û bigihêje wan bingehên girîng ên ku ji bo
armancên xwe diyar kirine.
Foruma Stratejîk a Silêmaniyê
Foruma Stratejîk a Silêmaniyê wekî yek ji bûyerên herî
girîng ên dîplomatîk û strategîk li bajar tê lidarxistin û lijneyeke şêwirmendî
ya navneteweyî ya bihêz dihewîne ku kesayetiyên naskirî yên cîhanê û navçeyê
dicivîne.
Ev Forum dibe platformeke girîng ji bo guhertina bîr û rayan
û danîna nexşerêyekê ji bo rûbirûbûna qeyranan û anîna aşitî û aramiya berdewam
li navçeyê.
Di Forumê de ku bi çavdêriya rasterast a Qubad Talebanî
dibe, çendîn panêlên girîng derbarê astengên stratejîk ên Rojhilata Navîn, di
asayişa navçeyê û cîhanê de, geşepêdana aborî û dîtina derfetên nû yên
veberhênanê û dîplomasiyê û bihêzkirina peywendiyan û aramiya navçeyî bi rêya
gotûbêja bilind tên sazkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

