Sebah Nûman: Binesaziya enerjiyê bi sîstema parastinê û radaran biparêzin
Kurdistan 03:29 PM - 2026-11-10
Medya
Êrîşa ser Kormor
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê
radigihîne ku ji bo lêkolînkirina li ser êrişa ser Kormorê komîteyeke bilind
hatiye avakirin û em dixebitin ku cihê êrişê û ewên li pişt wê êrişê ne diyar
bikin, her wiha dibêje: Em hewl didin ku sîstema parastinê ji bo parastina
pêgehên stratejîk û çavkaniyên enerjiyê peyda bikin.
Sebah Nûman got: Serokwezîrê Îraqê ferman daye ku komîteyeke
ewlehiyê ji bo lêkolînkirina li ser wê bûyera tawankarî ya ku kêlgeha Kormor
kir armanc bê avakirin û nûsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar
serpereştiya karê vê komîteyê dike.
Wî her wiha got: Komîteyê rasterast piştî bidestxistina hemû
zanyariyan dest bi karê xwe kiriye û bi hevahengiyê re ligel Herêma Kurdistanê
tawanbar dê werin radestkirin bo dadgehê.
Nûman da xuyakirin: Karê komîteyê di serî de destnîşankirina
wê cihê ye ku êriş ji wir ve hatiye encamdan, ligel destnîşankirina wan aliyên
ku destê wan têde hene, her wiha paşê jî bîr li tedbîrên parastina wan cihan tê
kirin, ku guhertina kertên leşkerî jî di nav de heye.
Sebah Nûman her wiha tekez kir ku hikûmet hewlên xwe yên
berdewam dide ji bo peydakirina sîstema parastina asmanî ya pêşketî û radarên
nû û amûrên parastinê ji bo berevanîkirina li hemberî dest dirêjiyan, ku dibe
Herêma Kurdistanê jî para xwe di peydakirina vê sîstemê de hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

