Keçeke Filistînî ya bi navê Kurdistan rojbûna xwe ya yekem pîroz kir
Kurdistan 10:53 AM - 2026-11-10
Zaman
Wêneya Kurdistan
Keçikeke Filîstînî ku dayîk û bavê wê Ereb in û
navê "Kurdistan" li wê kirine, bû salek û bavê wê, Mihemed Xalid ev
nav wekî nîşaneyeke ji bo hezkirin û spasiyê li hemberî gelê Kurd hilbijartiye.
Bavê zarokê berê di daxuyaniyekê de ji bo dezgehên
ragihandinê sedema danîna vî navî li keça xwe diyar kiribû û gotibû: Ev nav
derbirîna dilsozî û rêzgirtinê ye ji bo gelê Kurd, yê ku di dema şerê Xezeyê de
bi kampanyayên alîkariyên mirovî û dabînkirina xwarin û pêdiviyan piştgiriya
xelkê Xezeyê kirine.
Bavê Kurdistanê li Filîstînê destnîşan kiribû ku ev
nav wate û bîranîneke mezine û tiştekî herî kême ku ew dikarin ji gelê Kurd re
pêşkêş bikin ji bo wê piştgiriya ku di rewşa herî dijwar de pêşkêşî wan kirine.
Derbarê alîkariyên Herêma Kurdistanê de, Mihemed El
Hibal, pisporê aborî yê Filîstînî, amaje bi wê yekê kiribû ku bexşîn, alîkarî û
kampanyayên xêrxwazî û rêxistinên Kurdistanê bandoreke girîng li ser jiyana bi
hezaran malbatên Filîstînî kirine, bi taybetî di warê dabînkirina xwarinê,
alîkariya darayî û kefaleta zarokên sêwî de.
Duh ev keçekê jidayikbûna wê û bû salek, û di
salvegera jidayîkbûna xwe de careke din çîroka peywendiya mirovî ya di navbera
gelê Kurd û Filîstînê de tîne ber çavan, çîrokek ku tê de navê neteweyekî dibe
bîranîneke mayinde di jiyana zarokeke Filîstînî de.
Keçik li Nexweşxaneya El Ewde ji dayik bû, û dayîka wê Mî Hîşam Kemal e,ev gav wekî destpêşxeriyeke spasiyê ji aliyê bavê Filîstînî ve ji bo serkurd Selahedîn Eyûbî yê rizgarberê Mizgefta Eqsayê hate dîtin.
Tête gotin ku ji dema destpêkirina şer ve, saziyî, rêxistin û komên dilxwaz li Herêma Kurdistanê kampanyayên alîkariyê yên berfireh pêk anîn, ku alîkariyên mirovî û darayî yên mezin gihandin Xezeyê, ev yek jî peywendiyên piştevaniyê yên di navbera her du gelan de xurt kir.
Daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û UNICEFê diyar dikin ku mehane zêdetirî 4 hezar zarok li Xezeyê ji dayîk dibin, lê sê para yekê ji wan ji ber kêmxwarinê bi rêjeya zû (beriya dema xwe) an jî bi giraniyek kêm tên dinê, û pêwîstiya wan bi çavdêriya bijîşkî ya giran heye.
Her wiha UNICEFê ragihand ku di nava du salên borî de ji ber bombebarana Îsraîlê nêzî 64 hezar zarok li Xezeyê hatine kuştin an birîndarkirin, di nav wan de herî kêm hezar zarokên nûbûyî hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

