Koçberên Serê Kanî daxwaza vegera hemû koçberan dikin

Kurdistan 09:11 AM - 2026-11-10
Serê Kaniyê Ajans

Serê Kaniyê

Rojavayê Kurdistanê

Penaberên Serê Kaniyê li xwendingeên Hesekê daxwaz dikin ku hemû malbat di lîsteyên karwanên vegerê de werin girtin.

Biryara Rêveberiya Perwerdeyê ya li Hesekê, ya derbarê tevlîkirina penaberên ku li xwendingehên taxa Giwêran dimînin di nava du xwendingehan de, banga penaberên bajarê Serê Kaniyê tevgerand ku divê vegera wan bo herêmên wan yên resen were birêxistinkirin,û teqezkirina tevlîkirina hemû malbatên ku li xwendingehan dimînin di lîsteyên yekgirtî de yan jî di du lîsteyên taybetî ji bo karwanên vegerê de.

Penaberên ji Serê Kaniyê diyar kirin ku piraniya malên ku ew lê dibûn,çi li nava bajar û çi jî li gundên girêdayî wê, vala mane, ji bilî hejmarekî sînorkirî ji malên ku li nava bajar tê de dijîn.

Her weha aşkere kirin ku şiyana çareserkirina rewşa malan heye bi hemahengî re ligel fermandariya Ewlekariya Giştî li Serê Kaniyê, bi riya piştrastbûna ji rewşa wan û hêsankirina vegera xwediyên wan.

Penaberan teqez kirin ku daxwaza wan ya sereke ewe ku tu malbat ji lîsteyên vegerê neyê derxistin, û danîna mekanîzmeyeke zelal ku tevlîkirina hemû kesên ku li navendên penaberiyê dimînin misoger bike, bi awayekî ku rê bide wan ku vegerin herêmên xwe û malên xwe,û êşa wan ya berdewam li wan xwendingehên ku bûn navendên penaberiya penaberan bi dawî bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike