Tom Barak: Armancgirtina Kormor êrîşkirina li ser Îraqê bi tevahî ye

Cîhan 01:36 PM - 2026-11-09
ûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Îraqê Tom Barak PUKMEDIA

ûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Îraqê Tom Barak

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Îraqê Tom Barak, êrîşa dawî ya ku şeva borî ya Yekşemê çavkaniya gaza "Kormor" kir armanc şermezar kir û diyar kir ku ev êrîşeke ku hemû gelê Îraqê armanc dike.

Tom Barak di peyamekê de ku li ser platforma X parve kir, tekez kir ku welatê wî piştgiriya tam dide Serokwezîrê Îraqê Elî Salih El-Zeydî û Herêma Kurdistanê di hewldanên wan ên bi lez de ji bo eşkerekirina sedemên êrîşê, gihîştina aliyên ku tê de tawanbar in û hesabpirsîna ji berpirsên wê re, daku ew ji cezakirinê nefilitin û binesaziya girîng, ewlehî û aramiya welat bê parastin.

Her di vê çarçoveyê de şeva borî, kêlgeha gaza Kormor a ku dikeve qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, rastî êrîşekê hat ku tê gumankirin bi dronekê hatibe kirin.

Kargêriya kompaniya Dana Gas di daxuyaniyekê de diyar kir ku "ti birîndar di nava karkeran de çênebûne" û da xuyakirin ku "karên hilberînê heta ku nirxandina zirarê bi dawî bibe, bi awayekî demkî rawestiyane.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike