Asayişa Herêmê: Guherîn di xalên kontrolê de tên kirin

Kurdistan 03:40 PM - 2026-10-01
Logoya Asayîşa Herêmê PUKMEDIA / AI

Logoya Asayîşa Herêmê

Asayîş Silêmanî

Duh roja Çarşemê 30/9/2026an, guherîn di cihê hejmarek xalên kontrolê yên sînorê rêveberiya Devera Germiyanê de hatin kirin û çavkaniyekî bilind ji medyaya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re ragihand: Guherîn li gorî plansaziyeke ewlehiyê bûn û hemû sînorê parêzgeha Silêmaniyê, Helebçe û Rêveberiyên xweser li xwe digirin.

Çavkaniyê bilind ê ewlehiyê ragihand: Ew guherînên ku di cihê hejmarek ji xalên kontrolê yên ewlehiyê yên sînorê parêzgeha Silêmaniyê de, bi taybetî li sînorê rêveberiya Germiyanê hatine kirin, encama plansaziyeke ewlehiyê ya berfireh a Saziya Asayişa Herêma Kurdistanê ne.

Wî eşkere kir ku: Guherîn ji aliyê lîjneyeke ewlehiyê ya pispor ve hatine kirin û tenê rêveberiya Germiyan nagire ber xwe, belkî sînorê parêzgeha Silêmaniyê, parêzgeha Helebçeyê û rêveberiya devera Raperînê jî li xwe digire.

Çavkaniya bilind ê ewlehiyê da xuyakirin ku biryar hatiye dayîn ku xala kontrolê ya Erbetê bo aliyê din ê kolana 100 metrî ya Silêmaniyê bê veguhestin û xala kontrolê ya Banî Meqan jî tê birin Qerehencîrê û guherîn ji bo parastina zêdetir a Herêma Kurdistanê û parastina asayişa wê ne.

Her wiha got: Sedema guherînan vedigere guherîna di topografyaya bajar û bajarokan de û berfirehbûna hejmarek ji cadeyane.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike ku ewê sazişê di yek bîstî axa Herêma Kurdistanê de neke û ya hatiye kirin ji bo hêsankirina çunûhatina welatiyan û parastina mal û milkê wan e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket