12 Pirtûkên taybet bi belge û destnivîsên dîroka Kurd û Kurdistanê hatin ragihandin

Kurdistan 08:57 PM - 2026-09-26
Wêneyê Merasîmê taybet

Wêneyê Merasîmê

kurd Kurdistan

Îro roja Şemiyê 26ê Îlonê 2026an, Navenda Lêkolînên Pêşerojê (CFS) û Navenda Kurdistanê ji bo Belgeyan a Zanîngeha Silêmaniyê, ragihandina 12 pirtûkên taybet bi belge û destnivîsên dîroka Kurd û Kurdistanê eşkere kirin.

Di pêngav û ezmûneke nû de û di rêwresmekê de bi beşdariya hejmarek ji serokên zanîngehan, akademîsyen, rewşenbîr û mamostayên zanîngehê, Navenda Lêkolînên Pêşerojê (CFS) û Navenda Kurdistanê ji bo Belgeyan a Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya projeyeke giring de, 12 pirtûkên taybet bi belge û destnivîsên dîroka Kurd û Kurdistanê xistin ber destê xwendevanan.

Dr. Yûsiv Goran di gotarekê de bi giranî behsa projeya arşîvê kir wekî stûnekî sereke yê avakirina pêşerojê û nîştimansaziyê. Her wiha kurteyek li ser dîrok û hewldanên damezrandina Navenda Kurdistanê ji bo belgeyan pêşkêş kir ku di kabîneya berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî yekem navenda fermî û akademîk a taybet bi arşîv, destnivîs û lêkolînê bi hewldana dilsozan hatiye damezrandin. Her wiha piştgiriya xwe ji bo projeyên Navenda Kurdistanê dubare kir.

Dr. Yûsiv Goran got: "Ev proje yek ji projeyên belgeyî yên bêhempa yên Kurdistanê ye û em spasiya hemû kesên ku bi xemxurî piştgiriya vê projeyê kirine û bi her awayê dilsoziyê di amadekirin û spartina belgeyan de bi proje re bûne hevkar.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket