Pêşnegeha pirtûkan li Amedê dest bi karên xwe kir

Kurdistan 02:59 PM - 2026-09-26
Dîmenek ji vekirina Pêşangeha Pirtûkan Ajans

Dîmenek ji vekirina Pêşangeha Pirtûkan

Bakurê Kurdistanê

Îro,bi beşdariya parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û çendîn rêxistinên din û bi dehan weşanxaneyên Kurdî û Turkî pêşnegeha pirtûkan li Amedê dest bi karên xwe kir.

Îro Şemî rêkefta (26-09-2026).an pêşangeha pirtûkan ya 10.ehemîn ya Amed ya Bakurê Kurdistanê ku bi hevkariya TUYAP, Yekitiya Weşangerên Turkiyê û Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hate rêkxistin, deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekir.

Di vekirina pêşangehê de Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) yên Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û Halîde Turkoglu, Parlamenterê Partiya Nû Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, gelek weşanger û welatî amade bûn.

Her weha nêzîkî 200 weşanxane beşdarî pêşangehê bûne ku di nav wan de cihgirtina nêzîkî 30 weşanxaneyên Kurdî û vekirina standên wan balê dikişîne.

Pêşangeh dê 9 rojan berdewam bike û bi hezaran pirtûkên bi zimanên Kurdî û Turkî digihîne xwîneran.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket