Sargut:Divê mafê zarokên Kurd bi zimanê Kurdî bixwînin
Kurdistan 04:42 PM - 2026-09-16
bianet
Kongreya Rojnamevaniyê
Îro Çarşem rêkefta (16-09-2026).an li ber Rêveberayetiya
Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Ercîş ya bajarê Wan ya Kurê Kurdistanê
xwepêşandanek hate lidarxistin da kudaxwaza naskirina zimanê Kurdî wekî zimanê
perwerdeyê were kirin.
Mecit Sargut,endamê Komeleya Lêkolînên Ziman,
Çand û Hunerê ya Wanê (ARSİSA) mamosteyê zimanê Kurdî, diyar kir ku "Divê
zimanê Kurdî ne wekî waneyek bijarte, lê wekî mafek bingehîn û xwezayî be.
Komeleya Lêkolînên
Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSİSA) bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayîkê,
ku destpêka sala nû ya xwendinê ye, li ber Rêveberayetiya Perwerdehiya Neteweyî
ya Navçeya Erdîşê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di civîna
çapemeniyê de hevserokên şaxê navçeya Ercîşê ya Partiya DEM û nûnerên gelek
rêxistinên civaka sivîl yên li navçeyê kar dikin û gelek welatî amade bûn û di
daxuyaniyê de beşdaran pankartên bi nivîsên ‘Zimanê me hebûna me ye’ ‘Kurdî
dayîka me ye’, ‘Bê ziman jiyan nabe‘Ziwanê min qedexe meke’ û ‘Ma statuyê bi
Kurdî wazenê’ hilgirtin. Wî pereyên biyanî hilgirt.
Sargut diyar kir ku
sala nû ya xwendinê dest pê kiriye û bal kişand ser wê yekê ku zarokên Kurd ji
mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar dimînin û got:Xwendingeh vebûne, bi
mîlyonan zarok vegeriyane polên xwe,lê, ji bo zarokên Kurd, sala nû ya xwendinê
bêyî ku pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayîkê çareser bibe dest pê kiriye ku
mîlyonan zarokên Kurd bi zimanekî ku ne zimanê wan ê dayîkê ye perwerdehiyê
dibînin.
Sargut diyar kir,
"Aştî bi wekheviyê dest pê dike,egem behsa aştî, çareserî û pêşerojek
hevpar dikin, divê ew bi pêngavên berbiçav were piştgirî kirin,aştî tenê bi
gotinan nayê sazkirin; ew tenê bi naskirina mafan û afirandina baweriyê mimkun
e.
Her weha tekez kir
ku,ziman ne tenê amûrek
ragihandinê ye; ziman di heman demê de hebûn e,zarokek ku zimanê wî qedexe ye
hîs dike ku hebûna wî bi xwe jî qedexe ye,egzarokek şeş yan heft salî dema ku
dest bi xwendinê dike nikaribe zimanê xwe bikar bîne, ev bandorek rasterast li
ser nasname û pêşkeftina wî dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

