Nêçîra pezkoviyan li çiyayên Dêrsim hat qedexekirin

Kurdistan 02:53 PM - 2026-09-13
Pezkoviyên çiyayên Dêrsimê Ajans

Pezkoviyên çiyayên Dêrsimê

Bakurê Kurdistanê

Parêzgariya Dêrsimê bi biryareke nû, nêçîrkirina pezkoviyan li seranserî herêmê bi awayekî bê sînor û bêdem qedexe kir bi vî yekê ev ajalên ku li çiyayên bilind û Geliyê Munzurê dijîn, êdî bi awayekî fermî di bin parastinê de ne.

Pezkovî (ku di çanda herêmê de wekî "Pezkûviyên Xizir an "Bizinên Xizir" jî tên naskirin) di nava baweriya Elewîtiya Dêrsimê de xwedî cihekî gelekî pîroz in.

Bi salan e, dayîna destûrên nêçîrê ji bo nêçîrvanên biyanî û yên navxweyî li Dêrsimê, dibû sedema xwepêşandan û nerazîbûnên tund yên civakîmev biryara parêzgariyê, dikare wekî serkeftineke mezin ya guvaşa civaka sivîl û jîngehparêzên Kurdistanê were dîtin ku karîn pêşî li bazirganî û geştyariya nêçîrê ya li ser hesabê xwezaya herêmê bigirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket