Ji ber lehiya li Nepalê hezar û 385 kesan canê xwe dane

Cîhan 03:03 PM - 2026-09-12
Dîmenek ji lehiyê Ajans

Dîmenek ji lehiyê

Cîhanî

Hikûmeta Nepalê di daxuyaniyekê de ragihand ku heya niha li Nepalê zêdetirî hezar û 380 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane.

Hikûmeta Nepalê amara herî dawî ya karesata lehiyê ya ku ji ber herifîna qeşayê rû dabû bi daxuyaniyekê eşkere kir û li gorî wê yekê heta niha hezar û 385 kes ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane û ji bo avakirina welat hewcedarî bi 4,78 milyar dolaran heye.

Daneyên nû yên derbarê karesata mezin a lehiyê ya ku di 26'ê Tebaxa 2026'an de li Nepalê qewimîbû, hatin parvekirin,li gorî rapora fermî ya RDNA (Nirxandina Bilez ya Zirar û Hewcedariyan) ku di 11'ê Îlonê de ji aliyê rayedarên welat ve hat weşandin, encamên karesatê gelekî giran in.

Li gorî daxuyaniyê, heta niha nasnameya hezar û 385 kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatine piştrastkirin û hîna jî çarenûsa nêzîkî 5 hezar kesên wenda ne diyare.

Hikûmeta wî welatî aşkjere kir ku ji bo sererastkirina binesaziyê, avakirina xaniyan û alîkariya tenduristiyê herî kêm 4,78 milyar dolaran hewce ye.

Serokwezîrê Nepalê bal kişand ser bandora neyînî ya guherîna avhewayê û bang li civaka navneteweyî û welatên dewlemend kir ku bi lezgînî destê alîkariyê dirêjî Nepalê bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket