Rêxistinên Kurdistanî piştgiriya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî li Rojava dikin

Kurdistan 09:56 AM - 2026-09-08
Piştgiriya rêxistinên Kurdistanî bo mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî li Rojava Ajansa Nûdem

Piştgiriya rêxistinên Kurdistanî bo mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî li Rojava

Bakurê Kurdistanê

Roj bi roj piştgiriya rêxistinên Kurdistanî bo mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî li Rojava zêdetir dibin.

Sî û du sazî û rêxistinên ku bi ziman û wêjeya Kurdî re eleqedar in li bakurê Kurdistanê û Turkiye daxuyaniyek hevbeş weşandin û piştgiriya xwe ji bo daxwaza gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê ya parastina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ragihandin.

Her weha wan rêxistin û saziyan rexne li siyaseta berdewam ya paşguhkirin û înkarkirina daxwazên Kurdan yên têkildarî perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin, û tekez kirin ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî "hêla sor" e, û ewê vê mafê wekî bingehek ji bo wekhevî, aştî û civakek demokratîk biparêzin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket