Ewropa 33 hezar penaber vegerandin welatên wan
Cîhan 08:49 PM - 2026-09-07
Reuters
Belemeke Penaberan
Ajansa Parêzvanên Sînor û Deryayî ya Ewropayê "Frontex"
îro Duşemê ragihand ku di nîvê yekemê îsal a 2026an de alîkariya welatên
Yekîtiya Ewropayê kiriye da ku zêdetirî 33 hezar penaberên neyasayî vegerînin
welatên xwe, li hemberî nêzîkî 30 hezarî di heman demê de sala 2025an.
Ajansê diyar kir ku 21 hezar ji wan bi dilê xwe vegeriyane,
li gorî nêzîkî 19 hezarî di nîvê yekem ê sala borî de, û da xuyakirin ku
tedbîrên vegerandinê piştî ku kesekî hemû vebijarkên yasayî yên mayîna li
Yekîtiya Ewropayê bi dawî kir, dest pê dikin.
Efserên "Frontex"ê yên ku li balafirgehên 11
welatên Ewropî hatine bicihkirin, alîkariya derxistina belgeyên rêwîtiyê yên ji
welatên resen ên koçberan dikin, ligel girtina destê karên îdarî û lojîstîkî
yên geştên vegerê.
Tirkiye, Sûriye û Gurcistan di lîsteya wan welatêne ku
welatiyên wan bi alîkariya ajansê hatine vegerandin de serî girtin, di dema ku
Almanya, Fransa û Qibrisê mezintirîn hejmara operasyonên vegerandinê tomar
kirin.
Welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku di nîvê duyem ê salê
de, bi hev re bi pêkanîna peymana nû ya koçberî û penaberiyê, operasyonên
vegerandina koçberan zêde bikin.
Her wiha Danîmark, Almanya, Holenda, Nemsa û Yewnanistan
dixwazin bi welatên derveyî Yekîtiya Ewropayê re bigihên lihevkirinekê ji bo
avakirina "navendên vegerê" ku kesên daxwazên wan ên penaberiyê an
rûniştinê hatine redkirin, pêşwazî bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

