Partiya DEMê di 6ê Îlonê de kongira xwe lidar dixe

Kurdistan 11:42 AM - 2026-09-05
Kongira Berê ya DEM Partiyê AA

Kongira Berê ya DEM Partiyê

Bakurê Kurdistanê

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), wê kongreya xwe ya 5emîn a Asayî ku ji ber pêvajoya çareseriyê ya ku du sal in berdewam dike hatibû paşxistin, di 6ê Îlonê sibe roja Yekşemê de li Navenda Çandê ya Nazım Hikmet a Enqereyê pêk bîne.

Di kongreya ku ji ber pêwîstiya yasaya Partiyên Siyasî û rêziknameya partiyê de tê lidarxistin de, nayê çaverêkirin ku hevserok werin guhertin, ji bilî hilbijartinên pêwîst ji bo kadroyên ku di rêveberiya partiyê de vala mane, guhertineke berfireh nayê pêşbînîkirin.

Kongreya 5emîn a Asayî ya Partiya DEMê di destpêkê de hatibû plankirin ku di 20ê Îlonê de be, lê belê rêveberiya partiyê armanc dikir ku di vê kongreyê de li gorî pêvajoya çareseriyê ya nû guhertineke berfireh û ji nû ve avakirinê pêk bîne.
Kongre, piştî cîbicîkirina yasaya derbarê Xurtkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekîtiya Civakî ya ku binesaziya hiqûqî ya pêvajoyê pêk tîne û temambûna pêvajoya danîna çekan hat paşxistin.

Hêjayî gotinê ye ku, Kongreya berê ya Partiya DEMê di 15ê Cotmeha 2023an de hatibû lidarxistin, di kongreya ku bi navê Partiya Çep a Kesk ve hat pêkanîn de, navê partiyê hat guhertin û bû Partiya DEMê, her wiha Tuncer Bakirhan û Tûlay Hatîmogullari wekî hevserok hatibûn hilbijartin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket