Piştî şer cara yekeme hinardeya petrola Îraqê dighêje 70 milyon bermîlan
Aborî 08:14 PM - 2026-09-04
Reuters
Xetên guhastina petrolê
Wezareta Petrolê eşkere kir ku di meha Tebaxa borî de
bilindtirîn rêjeya hinardekirina petrolê hatiye tomarkirin, ku gihîştiye nêzîkî
70 milyon bermîlan; ev yek jî cara ewil e ji dema destpêkirina şer û qeyrana
Tengava Hurmizê ve çêdibe, her wiha tekez kir ku hilberîna niha rojane digihîje
3 milyon bermîlan.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îraqê ji zarê Berdevkê Fermî yê
Wezareta Petrolê Selîm Rikabî ragihand: Rêjeya hilberîna petrola xav a Îraqê rojane
ji 3 milyon bermîlî zêdetir bûye, di heman demê de rêjeya hinardekirina petrola
xav di meha Tebaxa borî de rojane ji 2 milyon û 200 hezar bermîlî zêdetir bûye,
û da xuyakirin ku "rêjeya hinardekirina berhemê rûnê sotemeniyê gihîştiye
nêzîkî 30 hezar metre kûpî di rojekê de."
Selîm Rikabî zêde kir û got "hinardeyên petrolê yên Îraqê di meha Tebaxê de nêzîkî 70
milyon bermîlên petrola xav bûn, bi dahateke destpêkê ya ku ji destpêka şer ve
ya herî bilind e û gihîştiye nêzîkî 4 milyar û 500 milyon dolaran, û bal kişand
ser wê yekê ku ,"ev hejmar girîngiya sektora petrolê û rola wê di
piştgiriya aboriya niştimanî û zêdekirina dahatên giştî yên dewletê de nîşan
didin."
Berdevkê Wezareta Petrolê zelal kir ku "Îraq di
çarçoveya planên xwe yên stratejîk de ber bi hinardekirina petrola xwe ya xav
ve bi rêya deryayê ji derveyî tengavê diçe; bi armanca zêdekirina nirxê bazarê
yê petrola Îraqê, bilindkirina bihayên firotinê û mezinkirina dahatên hatine
bidestxistin, ligel xurtkirina nermbûna dergehên hinardekirinê û misogerkirina
berdewamiya pêvajoyên hinardekirinê."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

