YNKê di hilbijartina parlemana Swêdê de piştgiriya namzetên Kurd dike
Kurdistan 09:03 PM - 2026-09-02
PUKMEDIA
YNKê piştgiriya namzetên Kurd dike
Berpirsê
Navenda Derve Salar Mehmûd û Berpirsa Burda Rêxistinên Demokratîk Emal Celal û
çend namzetên Kurd yên di lîsteya Sosyal Demokratan de li Göteborg civînek li
darxistin daku piştgiriyê bidin namzetên Kurd di hilbijartina parlemana Swêdê
de.
Şadiya Heyderi, parlamentera berê ya Swêdê û namzeta bajarê Göteborg,
spasiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) kir ji bo piştgiriya wê ya ji bo
dîyasporaya Kurd bi giştî û pêvajoya nû ku têde çend Kurdên ji deverên
Kurdistanê xwe ji bo parlemanê û civatên herêmî berbijêr kirine.
Di heman demê de, Salar Mehmûd, endamê serkirdayetî û berpirsê navenda derve, ragihand
ku,hebûna me ji bo piştgiriya namzetên Kurd yên di lîsteya Sosyal Demokratan de
û namzetên Kurd bi giştî di vê pêvajoyê de ye.
Her weha
got:Em dîasporaya Kurd han didin ku tevlî hikûmet, parleman, rêxistinên çandî û
sivîl bibin, ew ji her kesî baştir dizanin ku ev têkoşîneke modern e û ew hostayên vê
têkoşînê ne; ev cûrê têkoşînê ji bo pirsgirêka Kurdistanê û peywendiyên di navbera
civakan de bi çend awayan girîng e.
Berpirsê Navenda Derveyî girîngiya pêgeha Kurdên li derveyî welat wekî
sermayeyek mirovî ya mezin ji bo Kurdistanê û welatên ku ew lê dijîn tekez kir.
Her weha
aşkere kir ku ew dikarin nav û navûdengê Kurdistanê baştir bidin nasîn û di
hişê civaka navneteweyî de bicîh bikin.
Di heman
demê de, Emel Celal, Berpirsa Burda Rêxistinên Demokratîk, girîngiya vê qonax û
mercên nû destnîşan kir; wekî derfetek ji bo pêkanîna erkên neteweyî di
çarçoveya Yasayên derbazdar yên van welatan de û ji bo rêxistinkirina xwe di
nav rêxistinên sivîl û çandî de û tekez kir ku beşdariya siyasî ya çalak a
Kurdan li derveyî welêt formeke girîngtir a têkoşîna gelê me ye ji bo parastina
destkeftiyên me û gihîştina armancên me û wê Kurdên li Swêdê dijîn handan ku
beşdarî hilbijartinê bibin û piştgiriyê bidin namzetên Kurd yên di lîsteyan de,
bi taybetî lîsteya Sosyal Demokratan.
Ji aliyekî din ve, namzetê parlamenteriyê Dr. Çiro Weledbegê spasiya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ji bo piştgiriya wê ya ji bo
siyasetmedarên Kurd yên li derveyî welêt di vê demê de û ew wekî gavek erênî û
girîng bi nav kir.
Ev yek di
demekê de ye ku, Hilbijartina
giştî yê Swêdê di 13ê Îlonê 2026 .an de dê bi rêve biçe;lê, pêvajoya dengdana
destpêkê çend roj in dest pê kiriye û welatiyan ji bo beşdarbûnê serî li
navendên dengdanê dane; ji
bo vê hilbijartinê, çend partiyên siyasî ji bo bidestxistina piraniya kursiyên
parlemana Swêdê, ku 349 kursî ne, hevrikiyê dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

