Mehdî Zana ji bo rêwîtiya xwe ya dawî tê rêkirin

Kurdistan 02:53 PM - 2026-08-30
Termê Mehdî Zana Ilke TV

Termê Mehdî Zana

Bakurê Kurdistanê

Piştî merasîmek li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, termê Mehdî Zana ber bi Mizgefta Ulucami ve hate birin ku gelek welatî jî têde beşdarî merasîmê bûn.

Wêneyê Mehdî Zana beriya merasîma bîranînê li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê hate daliqandin ku Leyla Zana, Berdevka Partiya DEMê Ayşegul Dogan, Şaredara Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak, Şaredara Bajarê Mezin ya Amedê ya berê Gultan Kişanak, siyasetmedar, malbata Zana û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Serra Bucak Seroka Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku Zana bi bîra dîrokî û çandî ya bajêr re hevwate ye û diyar kir ku têkoşîna wê îro jî rê ronî dike.

Serra Bucak got:Mehdî Zana di sala 1977.an de bi piştgiriya gel ya zêde wekî şaredar hatiye hilbijartin,û tekez kir ku,têgihîştina wî ya rêveberiya şaredariyê ne tenê li ser erkên îdarî ye.

Bucak, bal kişand ser girêdana xurt ya Zana bi gel re û got:Tevî dûrxistina wî ji kar, girtin û mercên dijwar yên girtîgehê piştî kudetaya leşkerî ya 12ê Îlona 1980.an jî, xebata xwe berdewam kir.

Bucak diyar kir ku çîroka jiyana Zana hem birînên kûr yên di têkoşîna Turkiyê ya ji bo demokrasiyê de û hem jî lêgerîna gelê Kurd ya ji bo maf û azadiyan sembolîze dike.

Bucak tekez kir ku parastina îradeya gel û nasnameya bajêr berpirsiyariyeke dîrokî ye û got: Mîrata ku Mehdî Zana hiştiye ne tenê bîranîneke dema borî ye,lê nirxeke zindî ye ku rêberiya niha û pêşeroja me dike û aşkere kir ku,û hilbijartina wî ne tenê ji bo wergirinapostekê bû; ew ji bo parastina tevahî ya bîr, ziman, çand û siyaseta demokratîk ya bajêr bû.

Tabûta Zanayê bi rengên Kesk, Zer û Sor û kulîlkan xemilandî, anîn û ji bo rêwîtiya xwe ya dawî amade kirin ku termê mehdî demjimêr 13:00.an anîn Mizgefta Uluyê daku piştre li Goristana Yenikoyê bê veşartin û piştî veşartinê, li bajarê Lîce merasîmek sersaxiyê dê bê lidarxistin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket