Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî

Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23
Serok Bafil Talebanî Nivîsgeha rojnamevanî serok Bafil

Serok Bafil Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşnê pêşwazî li Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî kir.

Di hevdîtinê de ku Şalaw Kosret Resûl û endamê Mekteba Siyasî Dr. Yûsif Goran jî amade bûn, herdû aliyan pêşhat û rewşa dawî gotûbêj kirin û tekezî li ser berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera aliyan de kirin ji bo derbaskirina astengiyan.

Herwiha di hevdîtinê de, herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya hevahengiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî kirin, bi awayekî ku mafên hemwelatiyan biparêze.

Di encamê de her du alî li ser piştevaniya hikûmetê di cîbicîkirina bernameya wê de û temamkirina avakirina kabîneya hikûmetê de li hev kirin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket