Serokomar: Pêşmerge saziyeke destûriye û ne aliyekî dosyaya kontrolkirina çekane
Êraq 12:10 PM - 2026-08-22
Ragihandina Serokomar
Serokomar Nizar Amêdî
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro roja Şemiyê 22/8/2026, tekez
kir ku destûr ferz dike ku çek tenê di destê dewletê de bin, amaje bi wê yekê
jî kir ku, Pêşmerge saziyeke destûrî ye û rola xwe li Herêma Kurdistanê dilîze
û ne aliyek e di dosyaya kontrolkirina çekan de.
Serokomar, di nava
axaftineke di çarçoveya karên Kongireya diyaloga Bexdayê ya 8emîn de, got: Îraqê
karîbû sê erkên destûrî yakalî bike, û diyar kir ku îrade heye ku kabîneya
hikûmetê di nêzîk de bê temamkirin û yekalîkirin.
Derbarê dosyaya çekan de, Serokomarê Îraqê tekez kir ku
destûr ferz dike ku çek tenê di destê dewletê de bin, û bal kişand ser wê yekê
ku lêvegera olî li `Necefa Pîroz` jî daxwaza vê yekê dike, û amaje bi wê yekê
kir ku pêwîste diyalog û têgihiştin bi komên çekdar re çêbibe da ku bigihêjin
çareseriyeke neteweyî ya Îraqî.
Nizar Amêdî diyar kir ku komên çekdar li dijî rêxistina
terorîst a DAIŞ şer kirin û qurbanî dan, û ya ku ji wan tê xwestin ewe ku çekên
xwe radest bikin û tevlî hêzên ewlehiyê bibin, her wiha red kir ku tu
berpirsekî Îranî daxwaza paşxistina dosyaya kontrolkirina çekan kiribe, û tekez
kir ku berpirsên Îranî tekez kirine ku ev biryareke Îraqî ye.
Di heman çarçoveyê de, Serokomar tekez kir ku Îraq qebûl
nake axa wê ji bo êrîşkirina li ser tu welatî bê bikaranîn, di heman demê de da
zanîn ku, Pêşmerge saziyeke destûrî ye û rola xwe li Herêma Kurdistanê dilîze û
ne aliyeke di dosyaya kontrolkirina çekan de.
Derbarê rewşa ewlehiyê de, Serokomar got:Armanckirina Herêma
Kurdistanê "tu hincetekî wê nîne", û hewldanên ji bo armanckirina
Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî û siyasetmedaran jî wekî "hewldanên
terorîstî" bi nav kir, û tekez kir ku "tu ewlehî li navçeyê nîne bêyî
ewlehî û aramiya Îraqê".
Di dosyaya herêmî de jî, Serokomar amaje bi hebûna Tirkiyê
li bakurê welat kir û tekez kir ku, Îraq dixwaze aştiya di navbera Tirkiye û
Partiya Karkerên Kurdistanê re bighêje encamê.
Derbarê Tengava Hurmizê de jî, Serokomar diyar kir ku, Îraq di
veguhestina petrolê de bi pirsgirêkê re rû bi rû ye û da zanîn ku hêsankirin ji
bo hin keştiyên ku petrola Îraqî hildigirin di tengavê de hene, û tekez kir ku
bandora Tengava Hurmizê ne tenê Îraqê belkû hemû cîhanê digire nav xwe.
Têkildarî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Îraqê, Nizar Amêdî got: Hevpeymaniya Navneteweyî li
ser daxwaza Îraqê ji bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞê hatibû, êdî pêwîstiya Îraqê nemaye,
vekişandina wan dê di 30ê Îlona bê de be.
Her weha di warê aborî de, Serokomar tekez kir ku yasaya
herî girîng yasaya petrol û gazê ye, û ev dosya wekî sedemek ji bo pirsgirêkên
di navbera Bexda û Hewlêrê de bi nav kir, û tekez kir ku welat bi yasayên xwe
xurt dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

