Şanoya "Selme" ji Kerkûkê ve nûnertiya Kurdan li Rûsyayê dike

Kurdistan 12:46 PM - 2026-08-19
Şanoya Selme PUKMEDIA

Şanoya Selme


Şanoya "Selme" teke berhema Kurdistanê beşdarî Festîvala Şanoyê ya Ostrovsky Fest a Rûsyayê beşdare û derhênerê wê radigihîne ku şano behsa sê jenosîdan dike û dibêje: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo beşdariya di festîvalê de alîkar û piştgirê me bû.

Nejad Necim derhêner û rêveberê Koma Şanoyê ya Hewar, di daxuyaniyekê de ji bo PUKMEDIAyê ragihand: Em wekî Koma Şanoyê ya Hewar ji bajarê Kerkûkê, wekî teke nûnerê Kurdistanê û hemû Îraqê beşdarî festîvala şanoyê ya 'Ostrovsky Fest' bûne ku li Rûsyayê, li bajarê Kineshma yê herêma Ivanovayê tê lidarxistin.
Wî her wiha got: Di vê festîvalê de 16 nîşandan hene û zêdetirî 10 welat beşdar in.

Derbarê wê şanoya ku di festîvalê de pêşkêş dikin, rêveberê Koma Şanoyê ya Hewar ragihand: Em wekî Koma Şanoyê ya Hewar bi şanoya 'Selme' beşdar in. Şanoya Selme ji aliyê Dr. Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsandin û karê sînografî û derhêneriyê jî ji aliyê Nejad Necim ve hatiye kirin.

Ev nîşandan bi piraniya zimanan li welatên erebî û heta li Parîsê jî hatiye pêşkêşkirin, lê vê carê li Rûsyayê bi zimanê kurdî tê pêşkêşkirin. Wî her wiha da xuyakirin: "Selme pêşbaziyê bi 16 pêşandanên din re dike, duh 18/8/2026 destpêka festîvalê bû, me bi cil û bergên kurdî wekî tenê nûner ji Kurdistan û Îraqê beşdarî kir, festîval jî heta 24ê mehê berdewam dike.
Nejad Necim da zanîn ku sibe 20/8/2026an, ew ê şanoya Selme nîşan bidin, ku behsa sê jenosîdan dike, ew jî ev in: karesatên Helebçeyê, Enfal û Koçberiya gelê Kurdistanê.

Derbarê şêwaza nîşandanê de rêveber girûpê ragihand: Ev kar ya tîmeke mezin e, zêdetirî heşt kesan e, lê ji ber mijara vîzeyan, bilêtan û wan tiştan, em sê kes hatine û beşdar in, ektereke keç roleke dilîze, ku bixwe du ekter bûn, lê ji ber ku vîze nedan aktrîseke fransî, niha bi aktereke kurd re bi zimanê kurdî tê pêşkêşkirin, ligel kesekî ku muzîkjen e û ligel min wekî derhêner û sînografer.

Derbarê wê yekê de ku kê alîkar û piştgirê wan bûye, Nejad Necim rêveberê Koma Şanoyê ya Hewar û derhêner û sînografê şanoya "Selme", ragihand: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi rêya Aso Mamend û buroya xwe ya siyasî li Kerkûkê piştgiriya madî û menewî li me kiriye, her wiha Yaqûb Necmedîn wekî berhemhêner û Xalê Umêd alîkarên me bûne.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket