Cîgirê Serokê Herêmê digel Balyoz û Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya civiya
Kurdistan 10:25 PM - 2026-08-18
Nivîsgeha Ragihandina Cîgirê Herêmê
Şêx Cafer Şêx Mistefa û Îrfan Sedîq
Îro,Sêşem rêkefta (18-08-2026).an Cîgirê
Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwazî li Îrfan Sedîq, Balyozê
Brîtanya li Îraqê û Holly Vere, Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma
Kurdistanê kir.
Di civînê
de,Cîgirê Serokê Herêmê pîrozbahî li Xatûn Holly Vere kir ji ber destbikarbûna
wê wek Konsula Giştî ya nû ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê û piştgiriya xwe ji
bo serkeftina erkên wê nîşan da.
Ji aliyê
xwe ve, Xatûn Holly Vere kêfxweşiya xwe ji bo destnîşankirina wê wekî Konsula
Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser berdewamiya peywendiyên
dîplomatîk yên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên
hevbeş kir.
Rewşa
siyasî û ewlehî ya Îraqê, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û bandorên wê li
ser Îraq û Herêma Kurdistanê, her wiha pêvajoya çaksazîyê û yekgirtina Pêşmerge
tewerek din ya civînê bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

