Serokomar tekezî li pêwîstiya parastina mafên Enfalbûyan dike
Êraq 02:17 PM - 2026-08-18
Ragihandina Serokomar
Serokomar bi malbatên Enfalbûyan
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, roja Sêşemê 18ê Tebaxa 2026an,
li Koşka Selam ya li Bexdayê, pêşwaziya hejmarek ji malbatên qurbaniyên Enfalê
kir, di civînê de rewş û pêdiviyên wan hatin gotûbêjkirin û guhdarî li daxwaz û
hêviyên wan hat kirin.
Di hevdîtinê de, ku endama Encûmena Nûneran a Îraqê xanim
Serwe Mihemed jî amade bû, Serokomar tekez kir ku ew tiştê ku bi serê malbatên
Enfalbûyan de hatiye, rûpeleke êşdar a dîrokê ye û dadperweriya ji bo
qurbaniyan û parastina mafên wan, erkeke niştimanî û exlaqî ye.
Serokomar her wiha girîngiya belgekirina van tawanan û
parastina bîra niştimanî diyar kir, daku pêşî li dûbarebûna van trajediyan were
girtin.
Serokomarê Îraqê her wiha tekezî li ser pêwîstiya piştgirî û
xwedîderketina li malbatên Enfalbûyan û qerebûkirina wan li gorî wan binpêkirin
û tawanên cenosîdê yên ku rastî wan hatine kir, û bal kişand ser wê yekê ku
divê mafên wan werin parastin û misogerkirin ku ew hewcedarê lênêrîn û
giringiya pêwîst in.
Ji aliyê xwe ve, endamên şandê spasiya Serokomar Nizar Amêdî
kirin ji ber eleqeya wî ya bi pirsgirêkên wan re, û tekezî li ser girîngiya
berdewamkirina piştgiriya mafên wan û dabînkirina pêdiviyên wan kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

