Îran nêrînên Qeter û Kuweytê derbarê leşkerên girtiyên Îranî red dike
Cîhan 04:14 PM - 2026-08-16
LBCI Libnanê
Ala Îranê
Medyaya Îranê ragihand ku berpirsekî leşkerî yê Îranê îro roja Yekşemê rêkefta
(16-08-2026.an) ragihand ku divê Qeter rê bide tîmeke Îranî bikeve nav wî
welatî daku çarenivîa pîlotên ku Tehran dibêje ji aliyê hêzên Qeterê ve hatine
girtin lêkolîn bike.
Ji aliyê xwe ve; Qeter red dike ku pîlotên Îranî girtiye, duh roja Şemiyê got:Tîmên
lêgerîn û rizgarkirinê yên wê piştî ku balafirên Îranê di meha Adarê de qada esmanî
ya Qeterê binpê kirin û bersiv nedan hewildanên ji bo têkilî bi wan re, termên
pîlotekî dîtine.
Qeterê aşkere kir ku wê ji bo hevrêzkirina radestkirina terman bi Îranê re peywendî
danî û Tehran vexwendiye ku hûrguliyên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên
xwe binirxîne, lê çi bersiv negirtiye.
Li gorî ajansa nûçeyan a
nîv-fermî Tesnim, Mihemed Baqirzade, fermandarê Komîteya Lêgerîna Kesên Winda
yên Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar yên Îranê, ragihand ku pisporekî Hêza Esmanî
ya Îranê û tîmeke lêkolîna rastiyan bi mehan li benda ketina Qeterê bûn.
Baqirzade berpirsên Qeterê tawanbar kir ku bi berdewamî lêpirsînê dereng dixin
û rê li ber vegera pîlotan bo Îranê digirin; her weha bang li Komîteya
Navneteweyî ya Xaça Sor kir ku bi lez û bez dozê bişopîne.
Baqirzade her wiha got ku Kuweyt bi heman awayî zanyariyên li ser çarenivîsa
çar Îraniyên ku li Kuweytê hatine girtin vedişêre.
Ev yek di demekê de ye ku, di meha Gulan ya borî de, Îranê gotibû:Çar kes YêN girêdayî
Pasdarên Şoreşê ne û berî ku bikevin nav avên herêmî yên Kuweytê ji ber
astengiyekê, di dewriyeyeke deryayî de bûn; Kuweytê dazanîn ku guman tê kirin
ku çar kes çalakiyên dijminane li dijî welêt pilan dikin.
Çavkanî:Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

