Kurtulmuş Kurd,Turk, Ereb û pêkhateyên din dê riya xwe bi hevre bidomînin
Cîhan 05:52 PM - 2026-08-15
Hurriyet
Serokê Civata Mezin a Neteweyî ya Turkiyê Numan Kurtulmuş
Serokê Civata Mezin a Neteweyî ya Turkiyê ragihand ku; li vî
welatî, Turk, Kurd û mirovên ji komên etnîkî yên din dê bi destûra Xwedê bi hev
re riya xwe bidomînin
Serokê Civata Mezin a Neteweyî ya Turkiyê Numan Kurtulmuş di
Foruma Dîplomasiya Bosforê de axivî û got:Li vê erdnîgariyê, li welatê me, em
mijara şer û tundûtîjiyan li dû xwe dihêlin, ku hema hema nîvê sedsala yekem ya Komara me
ji me winda kir,em niha vê pêvajoya ku zêdetirî 40 salan dom kiriye, ku têde bi
hezaran mirovên me hatine kuştin û gund û bajar hatine wêrankirin û xerakirin,
li dû xwe dihêlin,li vî welatî, Turk, Kurd û mirovên ji komên din yên etnîkî dê
bi destûra Xwedê bi hevre riya xwe bidomînin."
Kurtulmuş got:Bi destûra Xwedê, hûn dê hemî bibînin ku gelên
vê herêmê, Turk, Kurd, Ereb, Faris, Sunnî û Şîe, yekgirtî û tevahî ne, wekî
beşên zexm yên yek netew in têne cem hev,hûn dê hemî di vê pêvajoyê de
têbikoşin.
Her weha got:Li vê erdnîgariyê, li welatê me, em mijara
terorîzmê li dû xwe dihêlin, ku hema hema nîvê sedsala yekem ya Komara me ji me
winda kir,em niha vê pêvajoyê li dû xwe dihêlin, ku zêdetirî 40 salan dom
kiriye, ku têde bi hezaran mirovên me hatine kuştin, bi deh hezaran hatine birîndarkirin,
gund û bajar hatine wêrankirin û xerakirin û tekez kir ku li vî welatî, Turk,
Kurd û mirovên ji komên etnîkî yên din dê bi destûra xwedê bi hev re riya xwe
bidomînin,eger ji niha û pêve di navbera me de peyvek hebe, ewê ne peyvek
veqetandinê, peyvek dabeşkirinê, peyvek ji hev veqetandinê be, lê peyvek biratî
û yekîtîyê be û bi vî awayî, ne tenê di nav sînorên Turkiyê de, lê di derveyî
sînorên Turkiyê de jî, Turk, Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din dê bi hevre rêya
xwe bidomînin.
Her weha di dawiyê de got:Ew rojên xweşik yên ku em
yekgirtî û bi hevre bûn dê ji nûve werin damezrandin, herêmeke bihêz dê ji nû
ve were avakirin, herêmeke azad dê ji nûve were avakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

