Pênûsa îmzekirina biryara darvekirina Ecac bi mûzexaneya Emnesureke hat bexşîn
Kurdistan 05:30 PM - 2026-08-10
Taybet
Xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed û Dadwer Aso Mihemed
Mûzexaneya Nîştimanî ya Emnesureke bi dirûşma "(Daku em
ji bîr nekin)" pênûsa biryara darvekirina celadê Enfalê "Ecacê
Nûgreselman" diparêze.
Di merasîmekê ku li Mûzexaneya Enfalê birêve çû de, xanim
Şanaz Îbrahîm Ehmed pênûs ji dadwer (Aso Mihemed) wergirt; ku ew pênûs ji bo
îmzekirina biryara darvekirin û cezakirina celadê Nûgreselman li ser tawanên
îşkencekirin, kuştin û zindî binaxkirina bi sedan jin, mêr û zarokên bê tawan
ên kurd di operasyonên Enfalê de hatibû bikaranîn.
Piştî radestkirinê, xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed ew pênûs ji Serokê
Dadgeha Bilind a Tawanên Îraqê dadwer Seid Xeziel Lamî, ku di 14.05.2026an de
biryara darvekirina (Ecac Ehmed Herdan) pê îmze kiribû, da Mûzexaneya Nîştimanî
ya Emnê Surek daku di nava Mûzexaneya Enfalê de wekî yek ji belgeyên şahidiyê
yên hovîtiya tawanbarên dosya êrîşên Enfalê û berpisên rejîma jêbirî were
parastin.
Derbarê merasîmê de, xanim Şanaz axivî û got: "Bi salane
kesûkar û qurbaniyên Enfalê û em hemû li benda sizadana wan kesan in ku bi
awayekî hovane û neyasayî reftar bi kurdan re kirine."
Şanaz xan her weha got: Ez spasiya hemû wan aliyên li Bexda
û Kurdistanê dikim ku karîn bi hev re karekî wisa bikin ku Ecac bigihêje sizayê
xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

