Di salvegera 19 koça dawî ya serkirde Cebar Ferman de
news 09:16 AM - 2026-08-09
PUKMEDIA
Cebar Ferman
Fermandarê wêrek yê Banmîl
19 sal berî niha di 9ê Tebaxa 2007ê de, Cebar Ferman fermandarê qehreman û endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî têkoşînek e bê westan û bi destxistina destkeftên mezin ji bo ax û welatê xwe, bi nexweşiyê koça dawî kir û li Silêmaniyê hat veşartin.
Tomara dîrokê
Dîrok gav bi gav û bêdeng dimeşe, bêyî ku haya me jê hebe me hemûyan dixe nîvê rûpelên xwe, ferq û cudahî nake ku ka paşerojê de kî bibe kulîlka serbilindiyê, her weha cudahî nake nav wê ku kî ji rêwiyên li ser riya gîştiye mebest û lûtkeya ronahiyê û kî heta nîvê rê çûye û divê em rûpelan li hemberî hev danin, ji ber ku yên ku ber bi paşerojê ve diçin, divê li dîrokê binêrin û ne tenê ew, lê tomarên rabirdûyê bixwe jî werin ber çavan, bi gotineke zelaltir, heya ku jiyan bidome, heya paşerojek hebe, dîrok heye û paşeroj li ser rê ye, ji ber vê yekê yên li qada jiyanê tên û diçin, neçar dimînin ku di rêyên dîrokê de bimeşin.
Divê di kolanên dîrokê de bimeşin.
Di sala 1963’an de tevlî siyaset û têkoşîna Kurdeyatî bû û sala 1971’ê de li zanîngeha Mustenseriye ya Bexdayê li Kolêja Zanistî ya Beşa Fîzîkê hate pesendkirin lê ji ber xebatên siyasî nekarî xwendina xwe ya zanîngehê bi dawî bike.
Di dema damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) (01-06-1975) an de Cebar Ferman tevlî YNKê bû û baska bingehîn yê partiyê damezrandin,piştre di 1976 `an de digel hindek hevalên xwe hatin girtin û sizayê bidarvekirinê ji bo wan hat xwestin ,lê di sla 1979 an de di encama berxwedanê de serbest hate berdan.
Di şoreşa ku YNK destpêkiribû de xwedî rolek girîng bû û navê wî di nav Pêşmergeyan de derketibû , sembola berxwedanê bû di oparesyonên Enfal û şerê kîmyawî de,ji ber jêhatîbûna xwe ya leşkerî, ew di 1992 de wekî berpirsiyarê nivîsgeha leşkerî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat destnîşankirin, û piştî hilbijartinên Gulan 1992 bû wezîrê pêşmerge li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştî wê postên cude di hikûmetê de bidestxistibûn jê Wezareta Navxwe, Perwede û Şaredarî, di 1993 bû Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ku gelek girîngî dida warên çandî û ciwanan de wek piştgiriya wî ji tîmên werzîşî û teknîkî ,bi hemû şiyanên xwe doza Kurdên Feylî parast û ji bo sivikkirina rewşa wan xwedî li wan derket û rêxistinek ji bo kêmendaman û nexweşxaneyek taybetî ji bo Pêşmerge û malbatên wan ava kir.
Jiyannameya Cebar Ferman
Cebar Ferman Elî Ekber di 28ê Hezîrana 1947an de li gundê Banmîlê yê bajarê Xaneqînê ji dayîk bû, di 18ê Îlon ya sala 1954`an de, ew li xwendingeha Seretayî ya Karîzê li gundê Karîzê yê Xaneqînê dest bi xwendinê kir û di sala 1960 an de xwendina xwe ya seretayî heta xwendina xwe ya navîn qedand, ew ket Peymangeha Mamosteyan li bajar Beqûbe û piştre ew wek mamosteyekî li navçeya Buhrez li Diyale hat damezrandin.
Pileya wî ya dawîn Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû.
Mixabin piştî nîvro roja (09/08/2007) an wî ji ber nexweşiyekê koça dawiyê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
03:42 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:44 PM - 2026-08-24 Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
05:08 PM - 2026-08-24
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi serdaneke fermî berê xwe didin Şamê
01:52 PM - 2026-08-24
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
01:27 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:31 AM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24






Aplîkêşin

