Daxwaza pişkinîna serweta berpirsên berê yên Wezareta Karebayê tê kirin.
Êraq 01:57 PM - 2026-08-05
PUKMEDIA
Wezîrê kehrebê (Elektrîkê), Elî Seidî Wehîb
Îro Çarşemê 5ê Tebaxa 2026an, Wezîrê kehrebê (Elektrîkê),
Elî Seidî Wehîb daxwaz ji Desteya Destpakiyê ya Federal kir, û xwest ku kaxez û
lîsteyên mal û milkên Wezîr, Cîgir, Rêveberên Giştî û pileyên taybet ku ji sala
2005an heya sala 2026an li wezaretê û pêkhateyên wê de kar kirine, werin
lêkolîn û piştrastkirin.
Li gorî belgeyeke fermî ya ku ji aliyê Wezareta Kehrebê ve
hatiye derxistin û kopiyeke wê gihiştiye destê (PUKMEDIA), ev daxwaz di
çarçoveya xurtkirina bingehên şefafiyet û pakiyê de ye, ji bo parastina malê
giştî û piştgiriya hewldanên Desteya Destpakiyê ya Federal di warê xurtkirina
çavdêrî û hevahengiya hevbeş de.
Belgeyê diyar kir ku wezaretê lîsteyek bi navên wan
berpirsên ku di heyama navborî de postên wezaretê û îdarî yên bilind girtine
dest xwe, pêve kiriye da ku bê dîtin û li gorî qanûn û rêzikên derbasdar
tedbîrên pêwîst bên girtin, di nav de lêkolînkirina li ser mal û milkên wan ên
veguhêz û neveguhêz ên ku di lîsteyên mal û milk de hatine û girêdana wan bi dateyên
li cem Desteya Destpakiyê re.
Wezaretê tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo hewldanên
Desteya Destpakiyê di warê xurtkirina şefafiyetê û têkoşîna li dijî gendeliyê
de kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

