Keştiyên ku petrola Îraqê barkiribûn di Hurmizê re derbas bûn
Êraq 02:40 PM - 2026-08-04
AFP
Gewriya Hurmiz
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, ew keştiyên ku petrola Îraqê
hilgirtibûn, bi selametî di Tengava Hurmizê re derbas bûn û da zanîn ku ew di
firotina petrola xav de berdewam in, herwiha firotina meha borî ji mehên berê baştir
bûye.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rîkabî ragihand,
tevgera veguhastina petrola xav a Îraqê bi rêya Tengava Hurmizê ve berdewame û
keştiyên wan ên petrolhilgirtî bi awayekî asayî di tengavê re derbas dibin.
Navhatî amaje bi wê yekê jî kir, piştî derbasbûna di tengavê
de berpirsiyariya rêça keştiyan û wergirtina destûrên pêwîst û proseya
veguhastinê bi temamî dikeve stuyê kiryaran û wezaret ne xwediyê wan keştiyane
ku beşek ji wan barê wan du milyon bermîl nefte.
Berdevkê Wezareta Petrolê behsa wê yekê jî kir ku; Kompaniya
Bazarkirina Neftê ya Iraqê (SOMO) rasterast bi rêya sîstema cîhanî ya çavdêriyê
ve dûvçûna tevgera keştiyan dike heta ku digehêjin parzûngehan.
Derbarê asta hinardekirinê de jî, navhatî tekez li ser
bilindbûn û başbûna gav bi gav a firotina petrola Îraqê kir di mehên dawî de û
ragihand, encamên firotina meha borî ji mehên berê çêtir bûne, ev jî nîşaneya başbûna
berdewam a asta hinardekirinê ye li beramberî wê qonaxa ku piştî qeyrana
hinardekirinê bi rêya Tengava Hurmizê re derket holê.
Ev di demekê de ye ku duh 3yê Tebaxa 2026an, Wezîrê petrola
Îraqê ragihand ku ew di gotûbêjê de ne li gel Îranê daku keştiyên wan ên
nefthilgirtî Tengava Hurmizê derbas bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

