Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar serokayatî civîneke lezgîn dike ji bo gotûbêjkirina pêşhatên ewlehiyê
Êraq 09:14 AM - 2026-08-02
PUKMEDIA
Elî Zeydî serokwezîrê Îraqê
Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Encûmena Wezîran a Îraqê di
daxuyaniyekê de ragihand: Elî Falih Zeydî, Serokê Encûmena Wezîran û Fermandarê
Giştî yê Hêzên Çekdar, êvara şemiyê 1ê tebaxa 2026an, serokatiya civîneke
lezgîn kir bi armanca gotûbêjkirina pêşhatên ewlehiyê yên dawî yên li deverê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: Di dema civînê de, Elî Falih
Zeydî tekezî li ser pêwîstiya rêgirtina li ber her cure binpêkirin an gefekê
kir ku ji xaka Îraqê ve arasteyî welatên cîran bê kirin, herwiha ferman da ku komîteyeke
ewlehiyê ya hevbeş bê avakirin ji bo rûbirûbûna astengiyan û danîna
mekanîzmeyeke bandordar ji bo rêgirtina li dubarebûna van cure bûyeran an jî
her binpêkirineke çaverêkirî.
Herwiha hat destnîşankirin: Elî Falih Zeydî dezgehên
ewlehiyê yên Îraqê raspartin ku qanûnê pêk bînin, ewlehî û aramiyê xurt bikin û
berpirsiyariyan li xwe bigirin ji bo parastina serweriya niştimanî û pêkanîna
prensîba cîrantiya baş.
Her wiha hate gotin: Di civînê de amadebûna temam a hêzên
çekdar hate dubarekirin ji bo pûçkirina her hewldanekê ku welatên cîran li
deverê bikin armanc, û tekezî li ser pabendbûna neguhêr a Îraqê hate kirin bi
wê yekê ku rê neyê dayîn xaka welat bibe cihê destpêkirinê an jî rêgehek ji bo
êrîşkirina ser welatên birayên û dost, ev yek jî di çarçoveya rêzgirtina li
prensîbên cîrantiya baş û qanûnên navneteweyî de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

