El-Zeydî tekezî li ser pêşîgirtina li her gefeke ji axa Iraqê bo ser welatên cîran dike
Êraq 11:50 PM - 2026-08-01
Ragihandina Serokwezîr
Elî Falih El-Zeydî
Serokê Encûmena
Wezîran û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Falih El-Zeydî, îro Şemiyê, serokatiya
civîneke awarte ji bo gotûbêjkirina pêşhatên ewlehiyê yên li navçeyê kir.
Li gorî daxuyaniyekê
ku ji aliyê mekteba Ragihandinê ya Serokê Wezîran ve hatiye belavkirin, El-Zeydî
di dema civînê de "tekezî li ser pêşîgirtina li her zêdegavî an gefekê ku
ji axa Iraqê ve ber bi welatên cîran ve derkeve kir, û avakirina lîjneyeke
ewlehiyê ya hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyan, herwiha ferman da ku
mekanîzmayên rêgir bên danîn da ku dubarebûna rewşên bi vî rengî an her
binpêkirinên gengaz werin girtin."
El-Zeydî herwiha
"ferman da dezgehên ewlehiyê yên Iraqê ku qanûnan bicîh bînin, ewlehî û
aramiyê xurt bikin, û berpirsiyariyên xwe di parastina serwerî û cîrantiya baş
de bi cih bînin."
Li gorî daxuyaniyê,
civînê "amadebûna hêzên çekdar ji bo pûçkirina her hewldanekê ku welatên
cîran di çarçoveya derdora me ya herêmî de armanc dike tekez kir, û pabendbûna
xwe ya nûvekirî dubare kir ku destûr nayê dayîn axa Iraqê wekî destpêk an derbasgehekê
ji bo êrîşkirina ser welatên bira û dost were bikaranîn, di çarçoveya
berpirsiyariya xwe de ji bo parastina serweriya neteweyî û rêzgirtina li
prensîbên cîrantiya baş û yasayên navneteweyî."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08

.jpg)




Aplîkêşin

