Serokomar: Karê sivîl hêzeke niştimanî ye
Êraq 03:38 PM - 2026-07-27
Ragihandina Serokomar
Serokomar bi şanda Sivîl re civiya
Îro Duşemê 27ê
tîrmeha 2026an, Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî, li Koşka Sîlam a li Bexdayê,
pêşwazî li şandeyeke nûneratiya hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl kir.
Di hevdîtinê de behsa rastiya karê sivîl û wan derfetan hat
kirin ku dibin sedema pêşxistina jîngeha wê û bilindkirina asta karê wê, her
wiha behsa wan astengiyan hat kirin ku rûbirûyê rêxistinan dibin di encamdana
peyama wan de û Serokomar tekez kir ku veberhênan di destpêşxeriyên civakî de,
stûnên aramiya niştimanî diçespîne û demokrasiyê xurtir dike, her wiha wekî
bingeheke sereke ji bo avakirina civakê û xurtkirina rola welat di çêkirina
paşerojê de tê dîtin.
Her wiha Nizar Amêdî diyar jî kir, ku rêxistinên civaka
sivîl roleke bingehîn dileyzin di geşkirina şiyanên niştimanî û pêşkêşkirina
destpêşxeriyên curbicur û çespandina çanda berpirsiyariyê û karê hevpar de, û
da xuyakirin ku Serokomariya Iraqê bi çavekî hêzeke niştimanî ya piştgir li
karê sivîl dinêre ku beşdar e di zindîkirina ruhê destpêşxerî û bexşînê û
kûrkirina nirxên hevkariya civakî û întimayê de.
Di hember de, endamên şandeyê, girîngîdan û piştgiriya Serokomar
ji bo çalakiyên sivîl bilind nirxandin û tekez kirin ku avakirina hevpariyeke
karîger di navbera saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl de, pêngaveke
girîng e ber bi berfirehkirina beşdariya civakî ve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

