Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26
Mezopotamya
Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)
Hevserokê DEM Partiyê di 3’yemîn Kongreya Asayî ya
DEM Partiyê ya Mersînê de axivî diyar kir ku Yasaya Çarçoveyî ya ku dê tê payîn
bê Parlemana Turkiyê divê verastkirinên giştgir li xwe bigire û tevkariyê li
çareseriya pirsgirêka Kurd bike û got: yasa ku dê bê Parlemana Turkiye divê
cudahiyên kategorîk neke.
Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî
û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beşdarî 3’yemîn Kongreya Asayî ya DEM Partî
ya Mersînê bû û di gotarekê de got:Têkoşînek eger raboriya xwe bizanibe û li
ser ked û berdêlên raboriyê geş bibe watedar e,têkoşînek ku raboriya xwe
bizanibe û dahatûya xwe li ser vê ava bike, tu zor û zilm nikare wê têk bibe û
tekez kir ku DEM Partî bi vê kevneşopî û keda raboriyê têkoşîna xwe bi berdêlên
îro re kiriye yek û têkoşîna heq, hiqûq, aştî û demokrasiyê dide bi bîranîna
raboriyê û bi zanebûna nirx û raboriyê em dikarin pêşerojek ya têkoşînê û
demokratîk ava bikin.
Bakirhan
got:Rêzdar Ebdulah Ocalan roja 27’ê Sibatê bangek bangek girîng kir,ew jî Banga
Aştî û Civaka Demokratîk bû. yasaya ku dê bê parlemanê divê cudahiyên kategorîk
neke,divê yasa ne yasayek nîvçe be, divê tam be,ku ev yasa sedemên derketina
PKK’ê û pirsgirêka Kurd çareser bike û giştgir be.
Bakirhan got
jî:Em wek DEM Partî rol me dê li gorî pêşxistina vê pêvajoyê be û heta zimanê
Kurdan azad be,Kurd di erdnîgariya xwe de û li metropolên lê dijîn azad bijîn,
emê daxwazên xwe bînin ziman û têkoşîna xwe berdewam bikin,û em baş dizanin ku
ev yasa dê daxwazên Kurdan,kedkaran û bindestan dabîn neke, lê dê bibe
destpêkek, deriyek nû vebike û emê tekoşîna xwe heya bi destxistina hemû mafên
Kurdan berdewam bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

