Dr.Biryar Reşîd:Me zêdeyî 50 îmze bo mayîndekirina girêbestan kom kiriye
Kurdistan 05:12 PM - 2026-07-25
PUKMEDIA
Dr. Biryar Reşîd, Endamê Encûmena Nûneran ya Îraqê
Ji bo bidawîkirina pirsgirêka karmendên girêbest û mayîndekirina
wan, beşek ji endamên Civata Nûneran ya Îraqê daxwaznameyek pêşkêşî Serokê civatê
kirine,endamekî Civata
Nûneran ya Îraqê her wiha dibêje: 'Me îmzeyên zêdetirî 50 parlementeran kom
kiriye, û Serokê Parlemanê jî me îmze li
ser daxwazan kiriye.
Dr. Biryar Reşîd, endamê Civata Nûneran ya Îraqê,
ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, PUKMEDIA re ragihand:Me daxwaz
kir ku girêbestên li ser sermayeyên herdemî di proje yasaya budceya federal de
cih bigirin.
Her weha ragihand ku,ji bo piştgiriya daxwaznameya
me, me îmzeyên zêdetirî 50 parlementeran kom kirine, û Serokê Parlemanê jî ew
îmze kiriye û arasteyî Komîteya Darayî kiriye.
Dr. Biryar Reşîd her wiha amaje pê kir ku armanca
me di vê daxwazê de ew e ku mafên wan girêbestan biparêzin, yên ku demeke dirêj
e di xizmetê de ne û ji ber qeyranêln darayî ne hatine mayîndekirin, û em hêvî
dikin ku bi piştgiriya hemû aliyan, em karibin wê li Parlemanê derbaz bikin.
Ev yek di demekê de ye ku, bi pêkanîna daxwazê, dê
zêdetirî 86 hezar karmendên girêbest li Herêma Kurdistanê jê sûd werbigirin,ku
mûçeyên wan yên mehane digihîjin nêzîkî 43 milyar dînan û dê di budceya Îraqê
ya sala bê de cih bigirin, ev pêngav dê ji bo bidawîkirina pirsgirêka karmendên
girêbest çareseriyeke bingehîn û berfireh peyda bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

