Gera sêyem a şerê Amerîka û Îranê berdewame
Cîhan 10:14 AM - 2026-07-24
Ajans
Şer Berdewame
Gera sêyemîn a şerê Amerîka û Îranê berdewame û Centcom
dibêje ku, çendîn êrîş li ser deverên cuda yên Îranê encam dane û Îranê jî
bersiva êrîşan daye û baregehên leşkerî yên Amerîkî li Urdun û Behrêynê kirine
armanc.
Artêşa Amerîkî di sibeha îro 24ê Tîrmeha 2026an de ragihand,
ku çend çeperên Îranî di şeva 13emîn a êrîşan de hatine bombebaran kirin.
Di heman demê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkî, ku wekî
Centcom tê zanîn, di daxuyaniyekê de li ser platforma Xê belav kiriye ku êrîş
ji du saetan zêdetir dom kirine û armanca wan bersivdayîna gefên Îranê yên li
ser keştiyan bûne.
Ji aliyekî din ve, medyaya Îranî ragihand ku çend teqîn li
Ehwaz, Andimşk û Omîdiya li başûrê rojavayê welêt hatine bihîstin, ji bilî çend
teqînan li nêzîkî girava Qeşm li Tengava Hurmizê li nêzîkî bajarê Bender Ebas rûdane.
Di bersivê de, artêşa Îranê çend baregehên Amerîkî li Urdun
û Behrêynê hedef girtin.
Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de got ku, bi balafirên bêmirov
(dronan) hem baregeha Şêx Îsa li Behrêynê û hem jî baregeha Azraq li Urdunê
hedef girtine. Aşkere jîkir ku, "Êrîşê depoyên çekan û baregehên leşkerî
yên Amerîkî kirine."
Eve di demekê de ye ku Amerîka û Îranê di 11ê Nîsana 2026an
de li Pakistanê dest bi danûstandinên aştiyê kirin, lê roja din têkçûna
danûstandinan ragihandin. Wan çend dewreyên danûstandinan berdewam kirin heta
ku di 22ê Hezîranê de li Swîsreyê rêkeftinek têgihîştinê îmze kirin. Lêbelê di
8/7/2026 careke din şer û alozî di navberaherdu welatan de dîsa dest pê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

