Serokomar: Xurtkirina yekîtiya rêzên neteweyî di navbera hemû pêkhateyan de
Êraq 06:16 PM - 2026-07-23
Ragihandina Serokomar
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî
Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî roja Pêncşemê 23ê Tîrmeha
2026an li Koşka Bexdayê pêşwaziya şandeyek ji kesayetên siyasî û civakî yên
herêma Badînan ya parêzgeha Duhokê kir.
Di civînê de rewşa giştî ya welêt hate nirxandin û li ser
çend mijarên ku bandorê li herêmê dikin hate axaftin, Serokomar tekezî li pêwîstiya
xurtkirina yekîtî û hevgirtina neteweyî di navbera hemû pêkhateyên gelê Iraqê
de heye kir, ku ev yek dibe alîkar û piştgir ku ewlehiya civakê bike.
Serokomar, bal kişand ser girîngiya parastina hevgirtinê û
pabendbûna bi nirxên pêkvejiyana hevbeş û berpirsiyariya neteweyî, û tekez kir
ku parastin û xurtkirina vê nêzîkatiyê garantiyek rastîn ji bo rûbirûbûna bi
pirsgirêkan re û piştgiriya pêvajoya ji nû ve avakirin û reformê temsîl dike.
Ji aliyê xwe ve endamên şandeyê, spasiya xwe ji bo peroşiya
Serokomar, ji bo têkiliya rasterast bi gelên herêmên cuda yên Iraqê re û
amadebûna wî ya guhdana nerîn û daxwazên wan anîn ziman, wan piştgiriya xwe ji
bo hemû hewldanên ku armanc dikin xurtkirina yekîtîya neteweyî û aramiyê bi
awayekî ku xizmeta berjewendiya neteweyî ya bilind dike, piştrast kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

