Piştî nerazîbûnên bo parastina navên dîrokî û zimanê Kurdî li ser çend tabelayên li Hesekê û Kobanê hat pesendkirin
Kurdistan 05:16 PM - 2026-07-11
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan
tabelaya Çil Axa bi zimanê Kurdî û Erebî
Rawangeha Sûrî bo Mafên Mirovan guhertinên li ser çend tabelayan li
bajar û saziyên li bakur û rojhilatê Sûriyê dîtiye ku ev guhertin pejirandina
zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî jî li xwe digire, ku bi tevgerên gel yên
berdewam re hevdem e ku daxwaza parastin û naskirina fermî ya navên bajarên
dîrokî dikin.
Di vê çarçoveyê de, rêveberiya postexaneyabajarê Cewadiye (Çil Axa)
tabelaya posteyê guherand û navê bajêr bi zimanê Kurdî li kêleka navê Erebî lê
zêde kir,ev yek piştî nerazîbûnên raya giştî yên li dijî bikaranîna tenê navê
"Cewadiye" piştî vekirina navendê hat, û niştecihan daxwaza
tevlîkirina navê Kurdî "Çil Axa" wekî beşek ji nasnameya herêmî ya
bajêr kirin.
Her wiha tabelayek nû li ber deriyê bajarê Kobanî li gundewarê bakurê
rojhilatê Helebê hate danîn, ku navê bajêr "Kobanî" bi hem zimanên
Kurdî û hem jî Erebî li xaçerêya Sirînê nîşan dide, ev gav ji aliyê niştecihan
ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin,bi heman awayî,Kurdî digel Erebî li ser
hejmarek tabelayên li saziyên fermî, di nav de Qesra Dadê li Qamîşlî û
nivîsgehên posteyê li bajarê Hesekê, hatiye pejirandin.
Ev pêşketin bi zêdebûna xwepêşandanên gel yên li dijî guhertina navê
Kobanê ji bo "Eyn El-Ereb" re hevdem in,li Qamîşlo, bi beşdariya
niştecih, çalakvan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl mîtîngek hevgirtinê hate
lidarxistin ku di mîtîngê de, wan pabendbûna xwe bi navê "Kobanî" û
redkirina her hewldanek ji bo guhertina wê piştrast kirin, ji ber ku nav beşek
yekgirtî ya dîrok û nasnameya çandî ya bajêr dibînin.
Li bajarê Kobanî û bajarên din yên parêzgeha Hesekê, di nav de Qamîşlo,
Amûdê û Dirbêsiyê, xwepêşandanên mezin yên giştî hatin lidarxistin û daxwaz
hate kirin ku navê "Kobanî" bi fermî di destûra bingehîn û belge û
tomarên hikûmetê yên Sûriyê de were pejirandin;her wiha hat xwestin ku navê "Eyn El-Ereb" were rakirin;beşdaran
pankart bilind kirin û duruşm qîr kirin ku tekezî li ser pêwîstiya parastina
navên dîrokî yên bajaran û rêzgirtina li pirrengiya çandî û taybetmendiyên
bêhempa yên civakên herêmî dikirin.
Beşdarvanên çalakiyan tekez kirin ku daxwazên
wan di çarçoveya parastina nasnameya çandî û dîrokî ya herêmê de ne, û
destnîşan kirin ku tevger û çalakiyên aştiyane yên ku armanc dikin navê
"Kobanî" di belgeyên fermî û destûra Sûriyê de were bicihkirin, di nav
beşdariyeke berfireh ya gel de ku komên temenî yên cûda di nav de bûn, berdewam
in.
Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan rêzgirtina li taybetmendiyên
çandî û zimanî yên pêkhateyên cihêreng yên Sûrî û parastina navên dîrokî yên
bajar û bajarokên cuda, beşek girîng ya pêşvebirina jiyana civakî û xurtkirina
perensîbên pirrengî û hevkariya neteweyî di Sûriya pêşerojê de pêk tîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

