Tucker Carlson ji Partiya Komarî veqetiya da ku partiyek nû ava bike
Cîhan 11:56 AM - 2026-07-03
Thehill
Tucker Carlson
Rojnamevan û şîrovekarê navdar ê Amerîkî `Tucker Carlson`
cudabûna xwe ji Partiya Komarî ragihand û aşkere jî kir ku ew ê di demek nêzîk
de partiyek siyasî ya nû ava bike da ku dawî li sîstema du-partî li Amerîkayê
bîne.
Carlson, ku yek ji dengên herî bi bandor ên rastgirên
Amerîkî ye, Partiya Komarî û rêveberiya Trump bi "xiyanetkirina welêt û
xizmetkirina berjewendiyên Îsraîlê" tawanbar kir.
Wî ev biryar bi xwepêşandanên li dijî helwesta Washingtonê
ya li ser şerê Îranê ve girêda, û got ku Demokrat di vî şerê zirardar de ne û
ti partî bi rastî nûnertiya gelê Amerîkî nake.
Carlson di hevpeyvînek çapemeniyê de tekez kir ku rastiya
heyî li Amerîkayê ne demokrasî ye, lê sîstemek yek-partî ye ku xwe wekî
demokrasiyê nîşan dide.
Wî diyar jî kir ku pêşîniya partiya nû ya ku ew ê ava bike
dê li ser mijarên rastîn ên wekî rawestandina şeran û çawa peyda kirina
budçeyan bixebite, ku tê de berjewendiyên Amerîkî divê di rêza yekem de bin, ne
şerkirina ji bo Îsraîlê an welatekî din.
Her çend Carlson hîn nav û roja ragihandina partiyê eşkere
nekiriye jî, çavdêr hêvî dikin ku avakirina vê partiyê pêgeheke bihêz be ji bo beşdarbûna
navborî di hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkî yên 2028-an de ji ber pozîsyona
wî yaxurt û girseya wî ya berfireh.
Tê payîn ku Tucker Carlson, gelek dengan qezenc bike, nemaze ji ber ku berfirehbûn
û dirêjkirina şerê Îranê û siyasetên rêveberiya Amerîkî yên dawî, bûne sedema nerazîbûnên
kûr ên navxweyî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

