Ziyanên Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar bûye
Cîhan 01:50 PM - 2026-06-20
Ajans
Şerê Amerîka û Îranê
Rojnameyeke Amerîkî aşkere
kiriye ku di şerê 39 rojî de Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar zerer
kiriye û 13 leşkerên wê hatine kuştin, hevdem ji ber şer zêdetirî 7 hezar kes hatine
kuştin û bihayên kelûpelan û sotemeniyê jî
bi awayekî berbiçav bilind bûne.
Rojnameya New York
Times di raporekê de ragihand ku şerê di navbera Amerîkayê û Îranê de ji bo
Washington û herêmê karesateke mezin a darayî û mirovî çêkiriye û lêçûna giştî
ya şerê li ser Amerîkayê ji 132 milyar dolarî derbas bûye ku 29 milyar dolar tenê
yên xerciyên leşkerî yên rasterast bûne ya bombebaranan û çêkirina navendên
leşkerî ên ziyan dîtine.
Girêdayî bi ziyanên
mirovî jî, rojnameyê aşkere kiriye ku 13 leşkerên Amerîkî, 26 Îsraîlî, 3 hezar
û 500 Îranî û 3 hezar û 700 kes li Lubnanê hatine kuştin, bi vê yekê hejmara
giştî gihîştiye 7hezar û 239 kesan.
Li gorî raportê di
asta aborî de, aloziyên Tengava Hormizê û bihayên petrolê yên zêde barekî
darayî li ser Amerîkiyan çêkirine, bi navînî 460 dolar ji bo her malbatekê ji
ber bihayên sotemeniyê yên bilindtir ziyan gihêştinê ji ber ku bihayên benzînê
ji dora 2.98 dolarî gihîştine 4.00 dolarî ji bo her galonekê, ev yek bi navînî
460 dolar zêdetir lêçûn li ser her malbateke Amerîkî keftiye.
Eve ji bilî girtina
Tengava Hurmizê, ku bûye sedema bilindbûneke berbiçav a bihayên kelûpelan û
pêdiviyên avakirinê li welatên herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

