Amerîkayê serokê tora Tren De Aragua ya Venezuelayê kuşt
Cîhan 11:27 AM - 2026-06-13
Reuters
wêneyê êrîşê
Serokê
Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkayê serokê tora Tren De Aragua
ya Venezuelayê (Hector Rustenford Guerrero Flores), ku wekî (Nino Guerrero) jî
tê nasîn, kuştine.
Serokê
Amerîkayê Donald Trump roja Înê êvarê got ku; Fermandariya Başûr a Amerîkayê
fermana êrîşeke bilez û kujer a livok da ku (Nino Guerrero) serokê Tren De
Aragua, yek ji rêxistinên terorîst ên herî xwînmij, bi serkeftî were kuştin.
Di heman
demê de, medyaya Venezuelayê ragihand ku Guerrero di pevçûnên bi endamên komên tawankar
di dema operasyonê de hatiye kuştin.
Ew jî hatiye
diyar kirin ku; Operasyon ji hêla teknolojiya pispor ve hatiye piştgirî kirin û
bi hevkariya û parvekirina îstîxbaratê di navbera rayedarên her du welatan de
hatiye kirin.
Eve jî di
demekê de ye ku; Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran Guerrero û serokên
din ên Tren de Aragua ji ber beşdarbûna wan di tawankariyan de ên wekî bazirganiya madên hişber, bazirganiya
mirovan û şûştina pereyan de hedef girtiye.
Di vê
navberê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê (Tren De Aragua) wekî rêxistineke
terorîst a biyanî destnîşan kiriye.
Tren De
Aragua, ku bi bazirganiya mirovan tê nasîn, rêyên ku Venezuelayî û koçberên din
ên Amerîkaya Başûr ber bi başûr û Şîlî û deverên din ên Amerîkaya Başûr an
Ewropayê ve diçin kontrol dike.
Di heman
demê de, berpirsên polîsên Amerîkaya Latîn dibêjin ku ev kom di zorê, revandin,
şûştina pereyan, kuştinên peymanî, qaçaxçîtî û diziyên takekesî yên
rêxistinkirî ji Panamayê ber bi Brezîlyayê û li ser Korîdora Andê de beşdar
bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

