Çînê li NY gotinên Japon û YE li ser Deryaya Başûrê Çînê şermezar kir
Cîhan 10:33 AM - 2026-04-28
EPA
Cîgirê Nûnerê Herdemî yê Çînê li NY Sun Lei di civîna Civata Asayîşa NY axivî
Çînê gotinên Japonê û Yekîtiya Ewropa yên derbarê Deryaya Başûrê Çînê de
di civîna Civata Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ya roja Duşemê de şermezar kir, ku
têde Tokyo bi reftarên têkder li Tengava Taywanê û berfirehkirina leşkerî
tawanbar kir.
Ayano Kunimitsu, cîgirê wezîrê karên derve yê Japonê, di civîna Civata Asayîşa Deryayî
de got ku Tokyo ji rewşa Deryaya Rojhilat û Deryaya Başûrê Çînê bi giranî dilgiran
e û dijberiya Japonê li hember her hewldanek ji bo guhertina pêgeha bi zorê û
astengkirina azadiya seyahet û firînê dubare kir.
Stavros Lambrinidis, serokê şandeya YE li Neteweyên Yekbûyî, bal kişand ser
aloziyên Deryaya Başûrê Çînê û got:Ew rêyeke girîng Ya seyahetê asteng dikin û sîstema
navneteweyî ya li ser bingeha rêzikan dixe ber pirsê.
Cîgirê balyozê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî Sun Lei gotinên Japonê wekî bê
bingeh bi nav kir û got:Ew "bi tevahî Reş û Spî tevlihev dikin,her weha
aşkere kir ku nûnerê YE divê ji dayîna gotinên bê bingeh û bêberpirsiyar li ser
mijara Deryaya Başûrê Çînê dûr bisekine.
Di rastiyê de, rewşa Deryaya Rojhilat û Başûrê Çînê bi tevahî aram dimîne û
Deryaya Başûrê Çînê wekî yek ji rêyên seyahetê yên herî azad yên cîhanê
radiweste.
Her weha Japon tawanbar kir ku di demên dawî de keştiyên xwe şandiye ji bo ku hêza
xwe nîşan bidin û bi zanebûn li Tengava Taywanê aloziyan derxînin hole û got:Ev
yek peyamek gelekî şaşe ji bo cudaxwazên li Taywanê, giravek bi rêveberiya
demokratîk ku Çîn îdîa dike ku ya wê ye, şandiye.
Sun behsa gotinên şaş yên Serokwezîrê Japonê Sanae Takaichi li ser Taywanê par
kir û got:Van derbeyek giran li û peywendiyên Çîn-Japonê kirine.
Peywendiyên di navbera Japon û Çînê de piştî ku Takaichi di Mijdarê de got ku
êrîşek hîpotetîk a Çînê li ser Taywanê dikare bibe sedema bersivek leşkerî ya
Japonê,ketine asta herî nizm ya salên dawî,Sun tawanbar kir ku hêzên rastgir
siyaseta ewlehiyê ya Japonê ber bi helwestek êrîşkar û berfirehbûnê ve dibin û
80 sal piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, mîlîtarîzmek nû li Japonê ji nû ve
derdikeve holê.
Her weha got:Sivikkirina sînorkirinên li ser hinardekirina çekên kujer,
bicihkirina mûşekên êrîşkar û zêdebûna lêçûnên leşkerî niyeta Japon ya vekirina
rê ji bo berfirehbûna leşkerî eşkere kir.
Keştiya wêranker Ya Japonî JS Ikazuchi vê mehê ji Tengava Taywanê derbas bû,
Çînê ev pêngav wekî "pîlangeriyekê bi zanebûn bi nav kir.
Çînê, ji aliyê xwe ve, di salên dawî de hêzên xwe yên çekdar berfireh kiriye, r,
û manorên leşkerî yên berfireh yên dubare li dora Taywanê encam daye,ku fikar
li welatên li seranserî herêma Asya-Pasîfîk û derveyî wê zêde kiriye.
Çavkanî: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

