Nîzar Amêdî: Divê Kerkûk wekî modêleke pêkvejiyanê bimîne
Kurdistan 11:31 PM - 2026-04-20
Ragihandina Serokkomar
Serokkomarê Îraqê
Nîzar Amêdî Serokkomarê Iraqê, pêşwazî li Mihemed Seman Kenan kir û fermana
destnîşankirina wî wekî Parêzgarê Kerkûkê radestî wî kir û hêviya serkeftinê di
erka wî ya nû de ji bo wî xwest.
Di hevdîtina ku îro Duşemê 20/4/2026 li Koşka Bexdayê birêve
çû de, Serokkomar teqezî li ser giringiya zêdekirina hewlan ji bo xizmetkirina
niştecihên parêzgeha Kerkûkê û karkirin ji bo çespandina aramiya ewlehî û
civakî li parêzgehê kir, bi awayekî ku li gel daxwazên welatiyan û
bidestxistina geşepêdana berdewam be. Her wiha tekezî li ser pêdiviya
hevahengiya navbera dezgehên navxweyî û hikûmî kir ji bo pêşkêşkirina
xizmetguzariyên herî baş û başkirina rewşa jiyanê.
Serokkomar amaje bi wê yekê kir ku danîna Parêzgarê Kerkûkê
li gorî rêkarên destûrî û hevaheng bi wan lêktêgehiştinane ku aramiya parêzgehê
û hevsengiya pêkhateyên cuda mîsoger dikin. Wî dubare kir ku divê rêveberiya
Kerkûkê wekî modêla pêkvejiyan û hevbeşiyê bimîne ku bêyî cudahî xizmeta hemû
niştecihên xwe bike.
Ji aliyê xwe ve, Mihemed Seman Kenan spasî û pêzanînên xwe
pêşkêşî Serokkomar kir ji bo vê baweriyê û teqez kir ku ew ê bi dilsozî û
berpirsyarî kar bike ji bo xizmetkirina parêzgeha Kerkûkê û niştecihên wê bêyî
cudahî, her wiha ji bo xerckirina hemû hewlan di pêna we bi destxistina aramiyê
û dabînkirina pêdiviyên welatiyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

