Nermîn Meirûf: Îsal çi mûçe vala naçe
Kurdistan 01:25 PM - 2025-10-01
PUKMEDIA
Nermîn Meirûf, endama Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran a Îraqê
Hikûmeta Îraqê îsal deyndarê sê mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku nêzîkî sê trîlyon dînare, Endamekî Komîteya Darayî got ku li gor rêkeftinê îsal ti mûçe li vala naçe.
Divê mûçe bê kêmasî werin şandin
Nermîn Meirûf, endama Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran a Îraqê ji PUKMEDIA re got: Li gorî peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, divê Îraqê mûçeyên mehên heşt û nehan û dû re jî heta dawiya salê bê kêmasî bişîne.
Rûniştina şeşemîn a parlamentoya Îraqê budçeyê pesend dike
Amaje bi wê jî kir ku: Heta ku pirojeyasaya budçeya 2026an
ji aliyê parlamentoyê ve were pejirandin, ku dê di rûniştina bê ya encumenê de
be, divê hikûmeta Îraqê erkên xwe yên darayî ji herêmê re bişîne, ku dibe ku
mûçeyên çend mehan di sala 2026an de bi heman mekanîzmaya niha bê dabeşkirin.
Eger pereyê ku ji bo mûçeya vê mehê hatiye şandin (956,928,000,000) dînar e,
divê hikûmeta Îraqê bo sê mehên din (2,870,784,000,000) du trîlyon û heştsed û
heftê milyar û heftsed û heştê û çar milyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê terxan
bike, wê demê karmendên mûçedar ên Herêma Kurdistanê û Îraqê dê di wergirtina
mûçeyên xwe de wekhev bin.
Nabe ti mûçe li valahiyê biçe
Nermîn Meirûf ji PUKMEDIA re got ku li gorî peymana di
navbera her du hikûmetan de, divê îsal ti mûçe winda nebin, lê mekanîzmaya
dayinê hîn jî nayê zanîn.
Karmendên Îraqî dê di rojên pêş de mûçeyên xwe yên Cotmehê
bistînin, lêbelê, karmendên Herêma Kurdistanê dê mûçeyên Tîrmehê bistînin, bi
vî awayî sê mûçe li paş karmendên Îraqî ne.
Lîsteyên mûçeyên Tebax û Îlonê ji bo verastkirinê ji
Wezareta Darayî ya Îraqê re şandiye. Bi pejirandina lîsteyê û biryara şandina
mûçeyên van mehan, divê Wezareta Darayî mehane 120 milyar dînar ji Îraqê re
bişîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

