Erdheja Afganistanê: Ji ber krîza alîkariyê hejmara miriyan ji 2200 derbas bû
Cîhan 04:42 PM - 2025-09-04
Reuters
Erdhej li Avganistanê
Xebatkarên
rizgarkirinê hewlên xwe ji bo derxistina laşan ji nav kavilên xanîyên ku ji ber
erdhejên li Afganistanê wêran bûne, berdewam kirin, her weha dem li pêş
rizgarkiriyên ku li ber pêşerojeke tarî ne xelas dibe û ajansên alîkariyê yên
navneteweyî hişyarî didin ku pereyên ji bo xwarin û cih û dermanan kêm dibin.
Hikûmeta
Talîbanê got ku lêgerîn li deverên çiyayî yên rojhilatê ku ji ber erdhejê
bandor bûne berdewam kir, destnîşan kir ku hejmara miriyan niha ji 2205 derbas bûye, lê hejmareke rast
hîn nehatiye piştrast kirin.
Kesekî rizgarkirî
ji parêzgeha Kunar a herî zêde bandor lê bûye dibêje: Her tiştê ku me hebû
wêran bû, mala me hilweşiya, tiştekî me nema tenê cilên ku me li xwe kirine
mane.
Erdheja
yekem, bi hêza 6.0 derece ku roja Yekşemê, 31ê Tebaxê çêbû yek ji erdhejên herî
bihêz bû ku di salên dawî de li Afganistanê çêbibû, zirar û wêraniyek berfireh çêkir bi kûrahiya
10 kîlometr bû.
Erdhejeke duyemîn a bi pileya 5.5 di roja
Sêşemê 2ê Îlonê de, bû sedema girtina rêyên ber bi gundên din ve. Rayedaran
ragihandin ku nêzîkî 3,400 kesên din birîndar bûne û zêdetirî 6,700 xanî
hilweşiyane. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku hejmara miriyan dikare zêde bibe
ji ber ku mirov di bin kavilan de asê mane, ji ber ku dem ji bo dîtina kesên
saxmayî kêm dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

