Zêdetirî 600 kes di erdhejeke bihêz de li rojhilatê Afxanistanê mirin
Cîhan 09:25 AM - 2025-09-01
PUKMEDIA
Afxanistan
Televîzyona Niştîmanî ya Afxanistanê (R.T.A) ragihand ku di
erdhejê ku şeva Yekşemê 31ê Tebaxa 2025an, li rojhilatê Afxanistanê çêbû de
zêdetirî 600 kes mirin û nêzîkî 1000 kesên din jî birîndar bûn.
Desthilatdarên tenduristiyê yên Talîbanê li paytext Kabîlê
diyar kirin ku ew hîn jî ji bo piştrastkirina hejmara fermî ya miriyan
dixebitin û ji bo gihîştina deverên dûr dixebitin.
Li gorî Lêkolîna Jiyolojî a Dewletên Yekbûyî, erdheja bi hêza
6.0 pile di demjimêr 19:17 GMT de, berî nîvê şevê bi dema herêmî, li parêzgeha
Nancarhar li rojhilatê Afganistanê, nêzîkî sînorê bi Pakistanê re çêbû.
Desteya lêkolîna Jiyolojî got ku erdhej di kûrahiya 8
kîlometreyan de çêbûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

